YGK’ê destnîşan kir ku Newroza îsal ji her sal cudatir e, ji ber ku zêdetir nêzî azadiyê ne û bêtir şansê azadiyê heye û wiha got: “Bihara Kurdistanê ye, bihara Rojhilata Navîn e, Bihara Gelan e. Newroz jî ji xwe wateya berxwedanê ye, wateya azadiyê ye û wateya biharê ye. Bihar nubûn e, afirandin e, hêvî ye, azadî ye.Newroz herî zêde jî wateya xwe bi zayîna Amara nu kir u îro jî ber bi azadiyê ve dimeşe. Dehakên zalim çawa di dîrokê de jî winda kirin, wê dehakên munafik jî winda bikin. Bi Kawayê hesinkar ev berxwedan dest pê kir, îro di İmraliyê de li hemberî hemu êşkenca Rêber Apo li ber xwe dide u bangî me dike ku em berxwdanê hê xurttir bikin û azadiya xwe bidest bixin. Dijmin her ku bixwaze behnê li me biçikîne em ê berê xwe bidin İmraliyê û têbikoşin. Dijmin wê nikaribe me bielimîne jiyana bê Rêber Apo.”
YGK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in ti caran ji têkoşîna xwe ya Azadiyê tawiz nedan û wiha got: “Rêber Apo herî dawî jî di hevdîtina xwe de got ‘ez 10 salên din jî li vir di van şertan de bimînim, ez ê gav paş de navêjim’. Dijmin çiqas tecrid bişidîne bila bişidîne, çiqas êrîş dike bila bike wê meşa azadiyê bi dawî nebe. Di her Newroza nû de wê gelê Kurd û gelên bindest azad bibin û wê serê xwe li hemberî dehakan, zilmkaran netewînin. Ev Newroz Newroza azadiyê ye, Newroza Azadiya Rêber Apo ye.”
YGK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Bi vî ruhî em Gaziyên Kurdistanê Ş.Ferhat Berwar ku di roja Newrozê de bi çalakiyeke fedaine ji me gaziyan re û ji bo tekoşeran re bûye xeta azadiyê careke din bibîr tînin.”
FRANKFURT