Organên çapemeniya dewletê TRT û Ajansa Anadolû (AA) ji bo berovajîkirina rojevê her dem nûçeyên derew diweşînin. Piştî ku li Îranê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û li Şirnexê jî yek jê sitvan (yuzbaşi) gelek leşker hatin kuştin, van saziyên çapemeniyê hewl dan ku van nûçeyan berovajî bikin û derewa ‘Karayilan hat girtin’ avêtin holê.
Serokê Koma BDP’ê Selahattin Demirtaş jî daxuyaniyek nêzî vê da û got; “Îran û TRT di nava hevkartiyê de ne, çima pêwîstî bi nûçeye wiha ya derew dibînin û çima du roj in ev nûçeya derew di rojeva Tirkiyeyê de ye, bi rastî divê ev bêne gotûbêjkirin.’’
Demirtaş got; “Ger ev rêbazek a şerê psîkolojîk be, ne tiştek baş e ku tê kirin” û girtina Karayilan a ji aliyê Îran an jî Tirkiyeyê ve bi tu awayî sûd nade çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Demirtaş got; “Nûçeyên wiha bi keyfxweşiyeke mezin belav dikin û derewan bi raya gitşî re parve dikin, ez tiştek wiha rast nabînin” û diyar kir ku nûçeya derew hat belavkirin û piştî wê şîroveyên “Wê çi bibe” hatin kirin, ez van şîroveyan jî rast nabînim.
Parlementera BDP’ê ya Sêrtê Gultan Kişanak jî ragihand ku ev nûçe bi agahiya hikûmetê tên servîskirin. Kişanak got; “Ger mirov li ser nûçeyek derew şîroveyan bike, ew yeş şaş e” destnîşan kir ku Tirkiye ji bo meşandina şerê psîkolojîk her tim nûçeyên wiha belav dike. . Kişanak bal kişand ku textîke û wiha axivî; “Ev şerê psîkolojî ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin. Ji ber ku ev nûçe ji aliyê saziyên fermî yên dewletê TRT Ajansa Anadolûyê ve hatin belavkirin. Bi agahiya hikûmetê hatine weşandin.”
AMED