Pêşnûmeya der barê parastina zimanê zikmakî ya ku ji aliye hikûmeta AKP'ê ve hate amadekirin û pêşkêşî meclîsê hatekirin. Pêşnûmeya "Pêşnûmeya Zagona der barê guhertina Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza a bi Zagonên Dadgehên Ceza" a parastina zimanê zikmakî ku di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê de wekî komîsyonek dawî tê dîtin, piştî di komîsyona Wereta Dadê re derbas bû hewaleyi komîsyona jêr kirin. Komîsyonê jî pêşkêjî meclîsê kir û hat erêkirin. Şevê din zagona "Parastina zimanê zikmakî" di meclîsê re derbas bû û hat erêkirin. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, der barê zagona têkildarî parastina zimanê zikmakî ku pêr li meclise hat qebûlkirin de daxuyanî da. Baluken, diyar kir ku di hevdîtinên de hin guhertin çêbûn. Lê dest cewherê wê nedan. Baluken, anî ziman ku gotin divê mesrefa tercûman dadgeh bide, lê dema bersûc hate cezakirin vê carê ceza heqê tercûman bide û qiha got: "AKP'ê hemû pêşniyarên me red kirin û qebûl nekir. Di pêşnûmayê de kes divê bi zimanê herî baş dizane xwe biparêze" bi vî rengî cih dide mafê parastina zimanê zikmakî. Di vê mijarê de pirsgirêk zêde tune. Li gorî CMK’ê darizandin ji 2 pêngavan pêk tê. Gava ewil ji binçavkirinê heta dozgeriyê dest pê dike. Gava duyem pêvajoya dırazandinê ye. Lê gava ewil li berçavan nayê girtin, gava duyemîn li ber çavan tê girtin. Ger ku darizandinek adîlane bê xwestin divê her du gav bihevre bê meşandin. Hemû hev temam dike. Gerku gava ewil mafê parastinê tune be û gava duyemîn mafê parastina zimanê zikmakî bidin ev ne adîlane e. Me ev yek qebûl nekir. Me xwest parastina zimanê zikmakî ji destpêka binçavkirinê heta darizandinê bidome."


Ji daxwaza civakê dûr e

Baluken, da zanîn ku dê lîsteya tercûman ji aliyê komîsyona edaletê ve bê amadekirin û bersûc ji nava vê lîsteyê tercûnanekî hilbijêre û wiha got: "Lêçûna tercûman wê ji aliyê bersûc ve bê dayîn. Dewlet lêçûna tercûman nade. Tercûman wê ji aliyê komîsyona bajar û darazên edlî ve bên hilbijartin û lîsteya wan bê amadekirin. Tercûman wê ji aliyê dadger ango dozger ve bê bijartin. "
Baluken, destnîşan kir ku ev pêşnûma tenê ji bo parastina zimanê zikmakî nehatiye amadekirin û ji bo 15 xalên din hatiye amadekirin û wiha bedewam kir:"Ev pêşnûma ji bendewarî û daxwaza civakê dûr e. Ji bo daxwaz û bendewariyên civakê nabe bersîv. Ev pirsgirêka parastina zimanê zikmakî çareser nake. Bersûc di dema lêpirsînê de nikare paratina xwe bike. Tenê li hemberî dadger mafê parastinê tê dayîn. Dixwazin bi vê pêşnûnayê çavê çivakê bigire û wekî ku gav avêtibe xwe bide xuyakirin."
Baluken, Bertek nîşanî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler jî da û anî ziman ev helwesta wê gavek nijadperetî ye û ev helwesta dê wekî nijadperestiyê derbasî dîrokê bibe. Baluken, bibîrxist ku ev gotina wê neheqiya herî mezin a li hemberî gelê Kurd e û ew tu carî vê nehiqê qebûl nakin.

  DÎHA/ENQERE