Leşker, anî ziman ku 4 PKK’î li pîsta helîkopterê hatin definkirin.
Gorên Komî yê ku her roj hêjmarên wan zêde dibin bi xwere trajedî yek nû jî derdixin holê. Rojên borî di gorên komî yên ku li hewşa qereqola cendirmeyen ya navça Çemîşgezeka Dersîmê hatibûn kolandin de, hestiyên derketin bê cil û perçekirî hatibûn dîtin. Welatiyekî ku di navbera salên 1995-1996 li Şirnexê leşkeri kiribû, agahiya gorek komî ya nû da. Welatiyê 36 salî yê ku ji gundê Yenîkoya navçeya Dîgora Qersê ye û bûye şahidê bûyera gora komî, ji tirsa ku dê ew û malbata wî zirarê bibînin navê xwe neda û diyar kir ku wî li Qereqola Mîllî ya ku li Bajaroka Gundikê Mellê yê Şirnexê leşkerî kiriye.
Li gorî agahiyên şahid, qereqol 2 kîlometre dûrî bajarokê ye û di sala 1996’an de di navbera endamên PKK û cerdewanên bajarokê de pêvçun derket û 5 cerdevan mirin. Her wiha 2 jê jin bi tevahî 4 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Şahidê pêvçûnê, diyar kir ku piştî pêvçûnê leşker çûne herêma buyerê û xwestin cenezeyan bigrin û wiha axivî: „Cerdevanan îşkence bi cenezeyên PKK’iyan kiribû û ew perçe kiribûn. Êdî cenaze nedihatin naskirin. Wê demê Fermandarê Taburê Topvan Kurmay Yarbay Bulent Dagsan û Fermandarê Bolukê Oray Aslan bû û bi fermana fermandarê Dagsan cenezeyên PKK’iyan li pîsta helîkopterê ya ku 500 metreyî dûrî qereqolê ye definkirin. Jin û mêr li cihên cuda tev kincên wan yên bi xwîn definkirin.“
Şahidê buyerê ku heta niha ji tirsa ku dê zirarê bibîne bûyer eşkere nekir hêj jî bi tirs tev digere. Welatî li ser gorên komî yê ku li heremên din derketin jî xwest biaxive û hîn jî ji jiyana xwe bi fikar e.


SAFIYE ALAGAŞ - DÎHA/STENBOL