Nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî heta niha bi rengekî befireh behsa plana xwe ya çareseriyê nekiriye lê wekî banga yekemîn bang li hemû welatên cîhanê kir yên ku têkildarî aloziya Sûriyeyê dibin ku bibin alîkar da ku bikaribin vê xwîna dirije rawestînin û riyeke çareseriyê bibînin.
Ji aliyekî din ve sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon jî bang li welatên ku alîkariya çekdarî hem bi hêzên rejîma Esed re dikim hem jî banga xwe ji bo welatên ku alîkariya çekdar bi muxalefeta çekdar re dikin ku vê alîkariyê rawestînin. Mon di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li hemû welatan kir ku bil ez û bez alîkariyên mirovî ji qurbaniyên van şer û pevçûnên dijwar bikin. Ban Kî Mon bang li hemû welatan kir kul i şûna gurkirina şer û alîkariya çekdan bila alîkariya insanî bidin xelkê Sûriyeyê yê ku rojane ji ber şer direve û koçber dibe.
Koçberî zêde dibe
Bi dijwarbûna şerê di navbera artêşa dewletê û ya azad de koçberiya ji vî welatî jî zêde bû. Li gorî raporeke Komisyona bilind a penaberan tenê di meha borî de derdora 100 hezar kesî koçber bûne.
Li gorî ajansên nûçeyan, Komisyona Bilind ya Penaberan ser bo Netewên Yekbûyî ve di raportekê de belav kiriye ku, tenê di hevya Tebax ya borî de zêdetirî 100 hezar welatiyên Sûriyeyê ji ber berdewamiya şerê navxweyî, welatê xwe bi cî hêlane û koçberî welatên hevsî bûne.
Di heman demê de berpirsê Komîteya Xaça Sor ya navdewletî di hevdîtinekê de digel serokê komarê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaz ji wî kir ku rê bide bi Rêxistina Hawarçûna Mirovî, daku alîkariyê bigihîne qurbaniyên û pêdîviyên wan dabîn bike.
Li gor amara jêderên Mafê Mirov yên Sûriyeyê, di heyama 20 heyvên borî de, bi deh hezaran welatiyên Sûriyeyê ji ber tundûtîjiyên li wî welatî koçberî welatên Iraq,Turkiye,Luban,Urdun û çendîn welatên din bûne û zêdetirî 20 hezar kesên din jî bi destên rêjîma Esed hatine kuştin.
Rûsya bang li welatiyên xwe kir
Di destpêka bûyerên li Sûriyeyê de ango beriya derdora salekê gelek welatan bang li welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kiribûn ku wî welatî terk bikin. Niha jî Rûsyayê bang li welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku wî welatî terk bikin. Ev banga Rûsyayê tê wê wateyê ku dê pêşketinên cidî di van rojan de çêbibin. Wezareta derve ya Rûsyayê berî 2 rojan ragihand ku welatên ku piştgîrî li Artêşa Sûrî ya Azad dikin berpirsyarên li hereşeyên wan bo êrîşkirina balafirxaneyên sivîl li Şamê û Helebê, her wiha wezareta Rûsî bang li welatiyên xwe kir ku bi rêyên aram ji Sûriyeyê derkevin.
Artêşa Sûrî ya Azad gef li kompaniyên balefirên sivîl xwar ku geştên xweyî asmanî bo balafirxanyên Şamê û Helebê bisekinînin û her du balefirxane wek hedefên leşkerî nîşan dan.
Wezareta derve ya Rûsiyayê ev gefên Artêşa Azad bi binpêkirina yasayên navdewletî bi nav kir û ragehand ku muxalefet nêzî hêlên sor dibin.
Li gorî ajansa Îtar Tas ya Rûsî belavkiriye ku, wezareta derve ya Rûsya welatiyên xwe agahdar kiriye ku neçin Sûriyeyê, her wiha ji rûsiyên ku li Sûriyeyê ne jî xwestiye bi awayekî ji wî welatî derkevin.
Wezareta karê derve ya Rûsiyayê got: „Eger ew gef bên kirin wê demê berpirsyartî ne tenê yê artêşa Sûrî a Azad e lê ya welatên ku wan hembêz dikin.“
ŞAM