Doç. Dr. Esra Arsan diyar kir ku çapemeniya Tirk, weke Şemzînan, li Dîlokê jî rastiyan ranagihîne û got; “Ger em bi rêgezên rojnamevaniya gerdûnî ve lê binêrin, em bi rehetî dikarin bêjin ku çapemeniya mezin a Tirk careke din bi ezmûnek xirab re rû bi bû ye.” Arsan destnîşna kir ku çapemeniya Tirk weke çalakgeran yekser PKK’ê destnîşan dike û got; “Çapemeniya Tirk hatiye rewşek wisa ku dilê mirov pê dişewite.”
Di encama teqîna li Dîlokê pêk hat de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Tevî ku heta niha ti delîl tune ye, çapemeniya Tirk û rayedarên Tirk bûyer avêtin stûyê PKK’ê. Bi vî awayî hemû kurdan kirin hedef û êrîşên nijadperest li hemberî avahiyên kurdan pêk hatin.
Ji Zanîngeha Bîlgîyê Doç. Prof. Esra Arsan vê mijarê ji ANF’ê re nirxand û got; “Heta niha rûyê rast ê şerên li Şemzînanê di navbera artêşa Tirk û gerîllayên HPG’ê de diqewimin, ji gelê Tirk re nehatiye vegotin. Niha jî ev bûyera xemgînî ya li Dîlokê qewimî. Çapemenî nikare agahîyên rast, durust û aşkere yên der barê bûyerên li Başûrê Rojhilat diqewimin rabigihîne.”
Weke pisporan diaxivin
Arsan destnîşnan kir ku heke çapemeniya Tirk agahiyên rast bi dest bixe jî dîsa newêre rabigihîne û got; “Çapemenî sansur û qedexeyên li ser weşanê qebûl kiriye, û li Şemzînanê jî, li Dîlokê jî agahiyên manîpulatîf û nûçeyên bi nêrîneke yek alî tên dayîn.  Ger em bi rêgezên rojnamevaniya gerdûnî li vê binêrin, em bi rehetî dikarin bêjin ku çapemeniya mezin a Tirk careke din bi ezmûnek xirab re rû bi bû ye. Bi taybet di mijara Dîlokê de, helwesta ku rojnamevanan nîşan da, tunebûna agahiyan, hewldanên dijminkirinê û nûçegihaniya ku nefretê pêş dixe. Helbet hemû êrîşên li dijî mirovan pêk tên û dibin sedema mirina mirovan, mirov xemgîn dike. Lê rojnamevan  beriya van bûyeran bikin nûçeyên gelek mijarên ku li ser baldar bibin hene. Çapemeniya Tirk hatiye rewşek wisa ku dilê mirov pê dişewite.
Arsan ragihand ku wê bi demê re were zanîn ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin û got; “Lê rojnamevan ku Stenbolê li navenda nûçeyan ji xwe re rûniştine û ne cûrê bombeya li Dîlokê hat teqandin dizane, ne jî dizane ev bombe ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn, ne jî dizane êrîşkar kî ne. Dîsa rojnamevanên me li cihê xwe rûdinin û weke pisporên stratejiyê diaxivin û dibêjin ‘filan rêxistinê kir’. Bi rastî jî dilê mirov pê dişewite. "

PKK’ê êrîş negirt ser xwe
Arsan bal kişand ser senaryoyên der barê teqîna li Dîlokê de û destnîşan kir ku yek ji wana ew bû ku dihat gotin ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin. Arsan got; "Lê PKK’ê êrîşê negirt ser xwe. Arsan destnîşan kir ku gelek texmînên din jî hene û got; “Lê ger mirov tenê rabe ji hemû texmînan bêje ‘Terora PKK’ê, yên ku vê manşetê bi kar tîne ne rojnamevan in. Ji ber ku hîna ji Walîtiya Dîlokê, ji pisporên bombeyan tu daxuyaniyeke fermî nehatine."

Çapemeniya Tirk provakasyon kir
Arsan diyar kir ku hîn bûyer tam neqewimî, rayedaran tu daxuyanî nedane, hin pispor nêrînên xwe yên der barê bûyerê de tînin ziman, rojnamevan jî hîna bûyer berdewam dikin, her tiştê dinivîsin û bûyerê diqedînin, biryarê didin û dibêjin qaşo wan sucdar peyda kir û wiha domand: " Ev yek şaş û çewt e.” Arsan destnîşan kir ku li vî welatî agahiyî wiha nehatine piştrastkirin û ev nêzîkatî encamênên pir xirab bi xwe re tînin û got; “Jixwe êrîşên lîncê yên li ser avahiyên BDP’ê li holê ne. Tişta ku herî zêde min matmayî hişt, hin rojnamevan li ser malperên tevnê civakî daxuyaniyên bi awayê ‘Wey namerdno! Hûn nanê vî welatî dixwin, xiyanetê dikin… Xwedê bela bide we…’ belav kirin. Gelo ev namerdane kî ne? Hey rojnamevan, tu jî nanê vî welatî dixwî. Li şûna tu qîr bikî, ger zehmet nebe pêşî karê xwe bike. Em jî wê demê ji gotinên te bawer bikin… " 

ANF/STENBOL