Çalakvan bi daxwazên wekî pêkûtiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin û li her qadeke jiyanê bê parastin, girtiyên siyasî bên berdan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo di çareseriya aştiyane de rol bilîze şert û mercên wî yên tenduristî, ewlehî û ragihandinê bên sererastkirin“ çalakî dabûn destpê kirin.
Hemû girtiyên PKKK û PAJK’ê ji bo 15’ê Sibatê şermezar bikin, rojekê ketine greva birçîbûnê. Her wiha greva birçîbûnê ya bêdem û bêweger a ku gelek girtîgehan hatî destpêkirin jî didomin.
Zarokên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin bir riya malbatên xwe daxuyandin ku wan bi sedama 15 Sibatê salvegera anîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tirkiyeyê, dest bi greva birçîbûnê kirinê. 18 zarokên girtiyên siyasî yên ji ber ku temênê wan biçukin li Girtîgeha Tîpa E dimînin, dan zanîn ku bi sedema şermezarkirina 15 Sibatê wan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiriye.
Her wiha li bajarên wekî Amed, Şirnex, Agirî û Mêrdînê grevên birçibûnê didomîn, Li Bursayê jî greva birçibûnê hat destpêkirin. Di grevan de salvegera 15’ê Sibatê hat şermezar kirin û ji bo azadiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Li Bursayê bi pêşengiya Meclisa Ciwanên BDP’ê grev hat destpêkirin û hate diyar kirin AKP’ê bi polîtîkayên tecrîdê şerek dide destpê kirin û wî tiştî qebûl nakin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçeveya „Konê Berxwedanê ya Demokratîk“ ku bi pêşengiya BDP’ê û TUHAY-DER’ê hate lidarxistin, didome.
AMED