Gelê Kurd 21 û 28’ê adarê wekî Hefteya Qehremaniyê bi nav dike. Hefteya Qehremaniyê li her çar parçeyên Kurdistanê bi bernameyên cuda tê pêşxazîkirin. Endamê Konseya Rêverber a KCK’ê Duran Kalkan bal kişand ser Hefteya Qehremantiyê.
Kalkan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qehremanên neteweyî Mazlûm Dogan û Mahsûn Korkmaz û da zanîn ku di şexsê van hevalan de hemû qehremanên azadiyê bibîrtinin. Kalkan, destnîşan kir ku di 21’ê Adarê roja Newrozê ji bo gelê Kurd dîrokeke û bi Kawayê şoreşger dest pê kir. Kalkan, bal kişand ser berxwedana sala 1982’an ya li zindana Amedê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li dijî faşîzma îlonê li zindana Amedê berxwedana Mazlûm Dogan carek din berxwedana Kawayê şoreşger zîndî kir. Ji ber ku Rêber Apo ve berxwedanê wekî berxwedana Kawayê Hemdem bi nav kir. Wekî xeta qehremantiyê ya dîrokê ji Kawayê Hemdem dest pê kir û ji Mazlûm Doganan derket asta herî jor.”

Zindan û çiyayên Azad 
Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand li ser sala 1986’an a 3’yemîn Kongreya PKK’ê û 28’ê adarê roja şahadeta Mahsûm Korkmaz û da zanîn ku ev dîroka 28’ê Adarê di nav Tevgera Azadiyê de wekî Roja Qehremantiya Neteweyî hat îlankirin. Kalkan wiha pêde çû: “ Bi Kawayê Hesinkar qehremaniya Kurd dest pê kir û bi berxwedana Mazlûm Dogan a sala 1982’an li zindana Amedê bû hemdemîn, di 28’ê Adarê sala 1986’an de jî bi Mahsûm Korkmaz li çiyayê Gabar a Botanê li dijî faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê bi berxwedana gerîlayan bêtir hemdem bû û bû dîrokî. Ji zindan heya çiyê û ji çiyê heya gelê Kurd bû riya azadî û hebûna gelê Kurd.”

Hebûna Kurdan  

Endamê Konseya Rêverber a KCK’ê Duran Kalkan, daxuyand ku di 21 û 28’ê adarê Hefteya Qehremaniyê de mirovatî êdî ji civakê pirsî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hefte ji bo gelê Kurd hebûna gelê Kurd bû, li dijî qelsiyê xurtbûn bû, li dijî teslîmiyetê berxwedan bû, li dijî koletiyê azadî bû û afirandina jiyaneke azad bû. Qehremantî û civakbûn bi hev re girêdayiye, hevdû temam dike. Bi taybetî qehremantiya şer qehremantiya herî mezin e, ji ber ku ji bo netew, gel, eşîr heya mirinê têkoşîna azadiyê dide. Ji ber vê jî qehremantiya şer a ji bo civakê tê kirin qehremaniya herî mezin e. Her wiha ne tenê qehremaniya şer, ji bo jiyana civakê, azadiya civakê jî qehremantî temsîliyeteke. Li gorî hin derdoran devreya qehremantiyê çû, ev tişt ji hêla serdestan ve tê gotin.”

Hakî, Mazlûm , Zîlan
Kalkan, di axafina xwe de bal kişand ser hebûna Kurdan û înkar û îmhakirina Kurdan û wiha got: “Salên 2000’an ji bo gelê Kurd bû dewra netewbûnê û ji bo vê jî dibêjin qehremanên neteweyî. Hakî Karer semboleke qehremaniyê ye. Mazlûm Dogan jî bû qehremaneke neteweyî û rêya azadî û berxwedanê vekir. Mahsum Korkmaz jî qehreman bû û li dijî faşîzma 12’ê Îlanê berxwedana gerîlatiyê kir. Bêrîvan, Berîtan û Zîlan jî hem qehremanên neteweya Kurd bûn û hem jî qehremanên nasnameya azad a jinê bûn. Rêber Apo jî bû afrînerê van qehremanan û Rêber Apo jî qehremaneke.”

Ciwantî û qehremantî

 Endamê Konseya Rêverber a KCK’ê Duran Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha destnîşan kir: “Rastiya rêbertî û şahedetan nebin navê Kurdan jî nabe. Hek metînkarî hatibe parçekirin, komkujiya çandî derketibe holê ev tişt bi saya têkoşînê pêk tê. Kesên ku vê têkoşînê didin û pêşengetiyê dikin Rêbertiye û rastiya Rêber Apo û şehadetin. Divê rastiya Mazlûm Dogan, Mahsum Korkmaz, Hakî Karer, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Berîtan, Berîwan, Zîlan, Adîl, Nûda, Rutem, Şîlan, Xebat, Çîçek û Alîşer baş bê zanîn. Di navbera qehremantî û ciwantiyê de hevparbûnek heye û dewreya qehremantiyê tê wateya dewreya ciwantiyê. Di dewreya ciwantiyê de afrînerî heye. Ji ber vê jî divê ciwan vê rastiyê baş fêm bike û ji bo civaka xwe heza xwe ya afrîneriyê bibîne. Heke ji bo azadiyê divê civak şer bike divê qehremantiya şer derkeve holê. Qehremantî hilberîneke civantiyê ye. Di roja me ya îro de ciwanên Kurd bi hestiyarî xwedî li nirxên xwe û qehremanên xwe derdikeve. Ciwanên ku berê xwe didin çiyayên azad, ciwanên ku li kolanan li hemberî faşîzmê têdikoşe, ciwanên ku li zindanan berxwe dide xwedî sembolên xwe yên qehremantiyê derdikevin.”

Perwerde û rêxistenbûn 
Endamê Konseya Rêverber a KCK’ê Duran Kalkan, daxuyand ku di nav têkoşîna ciwanan de qelsî derdikevin û divê bê rexnekirin, ji ber ku di nav modernîteya kapîtalîst, faşîst, kedxariyê de dikevin nav kêmasiyan, li dijî van kêmasiyan perwerde esas e. Kalkan, wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Li dijî van xetereyan perwerde û xebatên zanyarî girîngin, bi vî şeklî dê xwedî li nirxên xwe û qehremanên xwe derkevin. Ji bo derkevin asta her jor berpirsiyartî dikeve ser milê ciwanên Kurd. Divê ciwanên Kurd xwe ji bandora modernîteya kapîtalîst û faşîzmê rizgar bike û xwe li gorî xeta qehremanên neteweyî perwerde bike û xwe bi rêxistin bike. 


SÎNAN CUDÎ - ANF-BEHDÎNAN