Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di axaftina fitarê de BDP û saziyên kurdan da ber gefan û got, „Êdî kêr gihiştiye hestî“ hîndekar û rewşenbiran bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan dan. Rewşenbîr û nivîskaran diyar kir ku Erdogan dixwaze dîsa kurdan îmha bike û polîtîkayên lîncê pêş dixe.
Hîndekar Prof. Dr. Îrfan Açikgoz, anî ziman ku axaftinên wisa ne operasyonan û ne jî kuştinan radiwestîne û wiha got: „Axaftinên wisa dijberî vê yekê pevçûn, alozî û hewldanên lîncê zêde dike. Açikgoz, xwest li şûna bi hestên tolhildanê, bi hestên çareseriyê tev bigerin û wiha got: „Divê em mirinan rawestînin û polîtîkayê jiyanê pêş bixin. Gefxwarina li kasiden aştiyê ne rast in. Daxuyaniya Erdogan reva ji çareseriya pirsgirêkan e. Ev axaftin reva ji ber berpirsiyariya rawestandina operasyonan e. Pêdiviya me ji zimanê aştiyê heye. Gera li Somalî hewldanek baş û mirovan ye. Li gorî min divê gerek wisa li herêmê jî bike. Divê gerek wisa li herêmê jî bike û welatiyên herêmê fêm bike.“

‘Dixwazin wekî Sri Lankayê li kurdan bikin’

Hîndekarê Zaningeha Gaziyê Prof. Dr. Kadîr Cangizbay jî destnîşan kir ku AKP û Erdogan li ser navê çareseriya demokratîk û pêşîlêvekirinê gelek caran gelê kurd dixapîne û êdî kurd bi van atraksiyonan têk naçin. Cengîzbey, da zanîn ku Serokwezîr dixwaze wekî bûyera Sri Lankayê li kurdan bikin û wiha axivî: „Ji bo çareseriyê divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê daxistin. Eniya Ked Demokrasî û Azadiyê di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist. Lê li gel vê yekê 5 parlementer niha girtî ne. Parlementeriya Hatîp Dîcle jê girtin. AKP dixwaze siyasetmedarên kurd li gorî daxwaza wan siyasetê bikin. Ji bo çareseriyê divê benda ji sedî 10’an rake. „ Cangîzbay, modela wan a Xweseriya Demokratik ne Stalinist e û ya esil stalinist pêkanînên dewletê bi xwe ye.


‘Zimanê Erdogan zimanekî faşizan e’
Hîndekarê Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Erol Katircioglu jî anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan dixe nava fikaran.

Katircioglu, anî ziman ku zimanê Erdogan fikaran zêde dike û wiha got: „AKP ji sedî 50 dengên Tirkiye girtine. Divê aştiyê bîne. Erdogan ku behsa pirsgirêka kurd dike devê bi vî rengî nêzîkî pirsgirêka kurd nebe. Ev daxuyaniya Erdogan nayê qebûl kirin. Li aliyekî dibêje ‘pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka welatiyên min ên kurd hene’ û pirsgirêka kurd înkar dike û li aliyê din jî dîsa bi gotinên tûj BDP’ê û Eniya Ked, Demokrasî û azadiyê dike hedef. Ev nêzikatiyek faşîzan e. Ji bo ku daxwazên kurd ji aliyê gelê kurd ve baş û rast bê famkirin dive xebat bên meşandin. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin „Tu dê çi bike? Tu dê kurdan tune bike? Tu jî dê wekî Esad bike.“ û xwest AKP dest ji vê helwesta xwe berde.

DÎHA/ENQERE