
Ev ne musilmantiye
Geylanî, da zanîn ku ji bo her Kurdekî şermeke mezine welatên ciran yan jî biyanî li ser xaka Kurdistanê topbaran dike û wiha pêve çû: „Minafiq du ruyê xwe hene. Ruyek diçe alîkariya Misilmanan dike, bi ruyê xwe yê din jî bi firokên xwe û teknika xwe ve diçe ser mirovên bê kes û hejar û dikuje.“ Geylanî, destnîşan kir ku bi tu awayî êrîş nayên qebulkirin û ne musilmantiye. Geylanî, anî ziman ku ev minafiqî ye û wiha dirêj kir: „Tirkiye û Iran kesên bê guneh qetil dike. Ev çawa musulmantiye. Ev ne edaleteke û zihniyetekî xirabe. Dema ku filistînekî berek li serê Îsrailek bide hemu cihan behsa vê yekê dike. Lê niha li Kurdistanê sivîlên bê guneh qetil dikin. Ger ku em bi xwe li xwe xwedî dernekevin kesek li me xwedî dernakeve.“
Dr. Silêman Geylanî, xwest ku Kurdên, misilman û xwedî bi şeref û namus li hemberî van êrişan bêden nemînin û li rûmet, şeref û vîna xwe xwedî derkevin û berteken xwe yên tund nîşan bidin.
ABDULLAH RAMAZAN - DÎHA/HEWLÊR
Nivîskar Xesrew Caf: Êrîş nîşaneya têkçûnê ne
Li dijî êrişên Tirkiye û Îranê her ku diçe narazîbûnên gel zêdetir dibe. Nivîskar Xesrew Caf, êrişên Tirkiye yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û banga yekêtiyê li nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir. Caf anî ziman ku ev bêhnên Tirkiye yên dawî ne.
Nivîskar Xesrew Caf, operasyonên Tirkiye yên dersînor şermezar kir û xwest Tirkiye dawî li van operasoynan bîne. Caf, anî ziman ku êrişên dawî ne tiştekî nû ye û wiha got: „Dixwazin bi van êran behna xwe bidin. Eger êrişên Tirkiye wisa bidome dê rê li pêşiya şerê nava gelan veke. Her bombayek ku bi ser Kurdistanê de dibarînin dibe sedema alozî û şerê nava gelan. Eqilê dijiminên me yên sed sala 20’an e. Ev êrişên Tirkiye nefesê dawî û hewar hewara beriya mirina Tirkiyê ye.“
Caf, anî ziman ku dê di vî şerî de kesên mazlum û xwedî maf bi ser bikeve û Tirkiye dê têk biçe. Caf, ji bo yekîtiya gelê Kurd bang kir û wiha got: „Ez bangewazî li rewşenbîrên Kurd dikim ku helwesytê xwe bikin yek û li dijî vê naheqiyê welatên dagîrkar derkevin, van êriş û naheqiyan qebûl nekin.“