Elîf Korkmaz a ku di nava  koma nû ya ji bajarê Swîsreyê Zurîchhê hat cih digire anî ziman ku xeyala wê ya herî mezin Ocalan ê ku ji berî 35 salan dîtî careke din li ser axa ku jê dayik bûye bi awayekî azad bibîne. Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku li bajarê Fransayê Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê bê navber dom dike. Çalakiya ku ket hefteya 83. ji roja Duşemê ve Kurdistaniyên ji bajarê Swîsreyê Zurîchê dimeşînin.

Berdevkê koma Zurîchê Salman Demîrtok der barê çalakiyê de ji ANF’ê re axivî û got ku li derdora avahiya KE’ê belavokên der barê armanca çalakiyê de û biyografiya Ocalan belav dikin û îmze tên komkirin. Demîrtok ragihand ku yek jê jin 4 kes nobetê digrin û got: “Di çalakiya me de heta niha ti pirsgirêkan rû nedane. Ji ber ku hewa gelek ne sare avantejeke. Her wiha gelek Kurdistanî ji bo piştgiriyê me ziyaret dikin. Moralê me gelek baş e.” Demîrtok destnîşan kir ku kesên li derdorê derbas dibin bi hinekan re sohbetê dikin û got: “Ji ber ku em tenê Almanî dizanin em zoriyan dikşînin. Lê dîsa em bi gelek kesan re li ser rewşa Rêberê xwe û têşokîna Kurdan sohbetê dikin.” Mehmed Elî Koçak jî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî di nava cîhanê de hatiye naskirin û got: “Nobeta me bi kampanyaya îmzeya ya ji bo azadiya Ocalan tê domandin. Êdî Rêbertî di asteke berfireh de tê naskirin. Broşurên ku em  belav dikin ji aliyê her kesê ve tên wergirtin.” Salman Dermîrtok di dewama axaftina xwe de got: “Di vê çalakiya ku 2 sal in tê berdewamkirin de hat diyarkirin ku gelekî xwedî ruhê berxwedanê heye. Berê kesên (dîplomat) ku li vê derê derbas dibûn ku li rûyên me jî temaşe nedikirin îro dema ku derbas dibin weke dostan silav didin û derbas dibin. Di vê çalakiyê de gelê Kurd nîşan de ku wê bi sebir û biryardariyê ji bo azadiya Rêbertiyê bi xebitin.”
Elîf Korkmaz a ku dibêje ji  gundê Qeremezreyê ya girêdayî navçeya Xelfetiyê ye, dilsozî û hesreta xwe ya ji bo azadiya Ocalan anî ziman. Korkmaz got, "Di destpêkê de ez dixwazin gelek silavên xwe ji Ocalan re bişînim. Înşaleh ewê van hevokan bixwîne. Em li gel wî ne û em gelek tişt jê fêr bûn. Bi saya wî, wek jin me karî li dijî zextên mêran li berxwe bidin.  Berî 12’ê Îlonê min li Dîlokê hevdîtîn li gel kir. Înşaleh emê azadiya wî bibînin. Ew jî wê rojekê bi azad dîsa li ser wê axê azad bimeşe. Ev yek xeyala min a yekane ye.” Komê diyar kir ku çalakiya nobedê ya ji bo azadiay Ocalan çalakiyeke taybet e û wiha pê de çû:” Divê her Kurdên bi Rêbertiyê re dilsoz in, heft rojan li vir nobedê bigirin. Ev nobet di rêya azadiyê de gelek girînge.” Nobeta ku 7 rojan carekê ji aliyê Kurdistaniyan ve tê dewir girtin ya, li Taxa Robertsau ku KE, PE, DMME û Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê lê ye ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ve bê navber tê meşandin. Ji destpêka nobetê ve der barê pirsgirêka Kurd û jiyana Ocalan de bi sedhezar kes hatine agadar kirin. Tê payîn ku di hefteya bê de komek ji endamên Tevgera Çanda Demokratîk (Tev-Çand) nobetê dewir bigire. 

STRASBOÛRG