
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê bîlançoya pevçûnên 4 rojên dawî yên li herêma Cindêrisa Efrînê qewimîne bi daxuyaniyeke nivîskî eşker kir. Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku li herêma di navbera Etma ya Idlibê û Cindêrisa Efrînê de, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 4 roj berê pevçûn derketine û hê jî didomin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van pevçûnan de 84 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û di nava kuştiyan de hin fermandarên DAIŞ’ê yên wekî Omer Şîşanî jî hene.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ’ê wesayîtek komên çete ruxandiye, doçkayek 23 û 12.5 jî derb kirin, 8 kelaş, arpîciyek, 3 bombeyên destan, 2 cîhazên bêtêl û gelek guleyên BKS hatine destaserkirin. YPG’ê di daxuyaniyê xwe de aşkera kir ku li ser cenazeyên endamên komên çete derzî û hebên tiryakê hatine dîtin.
YPG’ê di daxuyaniyê xwe de destnîşankirin ku di encama pevçûnan de Endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê ya herêma Efrînê Ronahî Efrîn û endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê Ednan Efrînî û şervanên YPG’ê Welat Êrîş û Tîrêj Rojhilat jî şehîd ketine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zarokê Kurd Miheme Umer Îbo yê 10 salî û jina bi navê Fîdan Memo jî bûne hedefa guleyên çeteyan û şehîd ketine.
YPG’ê di daxiya daxûyaniya xwe de bal kişandin ser tevgera komên çete ya li kampa Etma ya Idlibê û diyar kirin ku komên çete li kampê bi hewanan gundên Dêr Belût, Mehmediyê, Celemê û Til Selora topbaran dikin û di encama topbaranê de gelek ziyana madî çêbûye.
Li Helebê pevçûnên demî didomin
Li taxa Seken Şebabî ya Helebê pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Artêşa Azad de cih bi cih didomin. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin pêr bişev li taxa Seken Şebabî ya Helebê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Artêşa Azad de pevçûnên demî qewimîn. Hat gotin ku pevçûnên di saetên êvarê de destpêkirin li herêma Şiqêf a taxê dest pê kirine û cih bi cih hê jî didomin. Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê ANHA’yê dane, hat diyarkirin ku komên çete xwe li ser hinek avahiyan bi cih kirine û sivîlan jî dikin hedef.
Pevçûnên di navbera komên çete û şervanên YPG’ê di 6’ê îlonê de dest pê kiribûn û heta 28’ê îlonê bênavber dom kiribû. Pêr li taxên Kurdan hinekî bêdengî hebû, lê di saetên êvarê de dîsa pevçûnan dest pê kir.
EFRÎN/HELEB
Fermandarê DAIŞ’ê hat kuştin
‘Operasyonên Şoreşgerî yên Şehîd Çekjîn’ bi berfirehî li tevahiya rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Hat ragihandin ku di operasyona dawî ya roja Înê de, Fermandarê Giştî yê Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ) Omer Şîşanî yê bi eslê xwe çeçen û 9 çete di pevçûna li herêma Efrînê de hatiye kuştin û cenazeyê Şaşanî jî di destê şervanên YPG’ê de ye. Li herêma di navbera bajaroka Atma ya girêdayî Idlibê û navçeya Cindirêsê ya Efrînê de komên çete 3 roj berê êrîşî girên li dora gundên Celemê, Dêwa, Dêr Belût, Mela Xelîl û Girê Silora kiribûn û di navbera wan û şervanên YPG/YPJ’ê de şer derketibû. Di encama şer de çeteyên DAIŞ’ê gelek kuştî û birîndaran dabûn, hat ragihandin ku cenazeyên 2 çeteyan di destên şervanên YPG’ê de ne.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, yek ji van cenazeyan ê Fermandarê Giştî yê Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ) Omer Şîşanî ye. Hat diyarkirin ku cenazeyê din jî aydê kesê bi navê Ebû Maaz e û Maaz ji welatên Asya Navîn e.
EFRÎN
Çeteyan 13 Kurd revandin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra 13 Kurd ên ji Kobanê revandin. Hate gotin welatî rastî îşkenceyên hovane tên.
Ciwanê Kurd Ferhad Salih ê 20 salî da zanîn ku komên çeteyan, tevî wî 13 welatiyên ji Kobanê, dema ku dixwestin biçin Başûrê Kurdistanê, li herêma Reqayê revandine. Salih diyar kir ku ji ber ku Kurd in hatine revandin û rastî îşkenceyên hovane hatine.
Ferhad Salih destnîşan kir ku dema ew û 12 kesên din di 5’ê Îlonê de ji bajarê Kobanê diçûn herêma Cizîrê da ku ji wir jî biçin Başûrê Kurditanê, li herêma Reqayê ji aliyê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ve hatine revandin. Salih got ku çeteyan ji wan re gotine ku Kurd kafirin û dijminên Îslamê ne, lewma ew revandine.
Salih da zanîn ku çeteyan paşê ew birine bajarê Reqayê û lêpirsîn kirine. Salih Ev tişt anîn ziman: “Kesekî ku zimanê wî yê erebên kendavê bû lêpirsîn dikir. Du kesên din ku bi wan re kêr û qamçî hebûn li min dixistin, jimin re digotin Kurd kafirin û pêwîste bêne kuştin.”
Salih anî ziman ku ew û du kesên din ên ji Kobanê 4 rojan bi qamçî û elektrîkê hatine îşkencekirin. Her wiha çeteyan dîmenên teqandina Mala Gel a Girê Spî û pêlêkirina alên Kurdî nîşanî wan dane û gotine “Ev cezayê kafiran e”.
Salih ku piştî 16 rojan, ango di 21’ê Îlonê de bi 6 hevalên xwe re hate berdan, da zanîn ku 6 hevalên wan jî hîn li ba komên çeteyan e û der barê wan de tu agahiyan nizanin.
KOBANÊ