Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 84 leşkerên Tirk di şer de hatin kuştin. Di şer û çalakiyan de 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest da û li Şengalê jî 85 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 4 gerîla û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî bîlançoyê meha Mijdarê 84 leşkerên Tirk di şer de hatin kuştin. Di operasyon, şer û çalakiyan de 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Li Şengalê 85 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 4 gerîla û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bûyer û qewimînên li Kurdistan û herêmê bi berxwedaneke bi heybet pêşwazî dike.


‘Gel dikare serketinên mezin biafirîne’

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera 37. a damezrandina partiya me PKK'ê de, li pêşberî qewimînên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn gelê me bi berxwedaneke bi heybet nîşan da ku dikare serketinên mezin biafirîne. Vê berxwedana gelê me, vînbûyîna li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê îspat kiriye û veguherandiye destketiyên mezintir. Li pêşberî qewimînên li Rojhilata Navîn û pêvajoya şer a gav bi gav dijwar dibe, derket holê ku formula yekane û herî rast a çareseriyê, modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye."

Navendê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk di meha Mijdarê de jî dewam kirine û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi sekneke biryardar li dijî van êrîşan rawestiyaye.


‘Gerîla qels nebûn’

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser êrîşên li dijî gelê Kurd û wiha hate gotin: "Êrîşên dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî tevgera me û gelê me, di meha Mijdarê de hatine şidandin û ji bo bi temamî teslîm bigire, bi awayekî hovane ev êrîş hatine kirin. Tevî şidandina tecrîdkirina Rêberê me, bi zîhniyeteke DAIŞ'î êrîşî şehîdgehên me kirin û xera kirin. Di êrîşên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla de hêzên me qels nekirin, lê ya derb xwar artêşa Tirk bû. Sekna bi biryar a gelê me ku bi berxwedan û parastinê dimeşîne, li bajarên Kurdistanê li Cizîr, Gever, Silopiya, Şirnex, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik û gelek navçeyên din, bûye têkoşîneke ku pêşî li şerê qirêj ê yekîneyên kontra digire."


Encam bi dest nexistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk di operasyonên xwe yên meha Mijdarê de encameke cidî bi dest nexistiye û diyar kir ku tevî vê yekê êrîşên xwe yên hewayî û topbaranê zêde kiriye.


Bîlançoya şerê Mijdarê

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya şer a ji 1'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê bi vî rengî ye: "Êrîş û operasyonên artêşa TC; Operasyonên bejahî: 17, êrîşên bi balafirên şer: 67, êrîşên bi helîkopterên Kobra: 12, êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 221, tevgera hewayî (Balafir û Kobra): 50, tevgera balafirên keşfê: 82, Li dijî operasyon û êrîşan, çalakî û bersivdayina gerîlayên HPG/YJA Star: 41, çalakiyên encamên wan nehatin zelalkirin: 17, Leşkerên hatin kuştin: 84, polîsên hatin kuştin: 1 jê tîmê taybet 12 polîs hatin kuştin, payebilindên hatin kuştin: 4 (Çawişên pispor), leşkerên birîndar: 46, polîsê birîndar: 1, wesayîtên zirxî yên derb li wan hat xistin: 3, di encama operasyonên artêşa TC, şer û çalakiyên me de 17 gerîlayên me şehîd bûn."


Li Şengalê 85 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şerê meha Mijdarê yê li Şengalê, ku bi pêşengiya hêzên YBŞ'ê hat meşandin û hêzên HPG û YJA Star bi awayekî aktîf beşdar bûn, eşkere kir. Encamên bîlançoyê wiha ne:  “Li Şengalê operasyon û tevgerên hatin lidarxistin 6, çeteyên hatin kuştin 85, çeteyên birîndar 3,  114 caran ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin lêdan.”

Di çarçoveya pêngavê de cenazeyên 51 çeteyan ketin destê hêzên me û 3 çete dîl hatin girtin.

Her wiha encama gelek çalakî û êrîşan nehatiye zelalkirin.

Di nava meha Mijdarê de 4 gerîlayên me yên HPG'ê û şervanekî YBŞ'ê şehîd ketine." 


 ANF/BEHDÎNAN