Şaredariya Sûrê ji bo zarokên paşwendî 5 rojan şahiya şanoyê li dar xist. 850 zarokan di vê çarçoveyê de li şanoya “Pîrê û Rovî” temaşe kir. ev şano ji ber çîroka Kurmanciyê ya gelêrî ya bi heman navî hatiye girtin.
Şahiya şanoyê 6’ê Mijdarê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de rojê 2 seansan lîstika ‘Pîrê û Rovî’ hat nîşandan. Şaredariyê bi wesayîtên xwe zarok ji malê wan anîn hola Şanoya Bajêr a Amedê. Şaredariyê di dawiya lîstikê de pêlîstok diyarî zarokan kirin.
Hevşaredarê Sûrê, Cemal Ozdemîr qala girîngiya şanoyê ya ji bo zarokên paşwendî kir û destnîşan kir ku ew ê li gundan jî ji bo zarokan şahiyên bi vî rengî dewam bikin.
MA/AMED