Komên çete bi hêzên ku ji Sûriye û Iraqê anîne, bi alîkariya çek û cebilxaneyê êrîş dikin û li hemberî van êrîşan hêzên me bi îradeyek mezin, berxwedanek dîrokî didin meşandin. Li eniyên başûr û rojhilat şerê dijwar sing bi sing dewam kir. Mal bi mal, li hin deveran jî bi bombeyên destan şer dewam kir û pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Komên çete bi tankên ku li derdora bajar bi cih kirine û çekên giran navenda bajar, deverên ku sivîl lê hene topbaran kirin."


2 êrîş hatin şikandin
YPG'ê ragihand ku li taxên Botan, Megtel û Kaniya kurdan, her wiha li herêma Miştenûr şer dewam kir û encamên şerê li van herêman wiha ne; "Li 3 deverên eniya rojhilat 19, di çalakiyek li vê derê de jî 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek leşkerî ya çeteyan rûxandin. Li eniya başûrojava, li herêma Miştenûr li 2 deveran şer dewam kir.
Li deverekê 8 û li devera din jî 5 çete hatine kuştin. 2 êrîşên çeteyan hatin şikandin û hejmara kuştî û birîndarên wan nehatine zelalkirin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek ku cebilxane ji çeteyan re dibir rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Li eniya başûr jî şerê li nexweşxanê û derdorê dijwar bûye û niha jî dewam dike. Hêzên me li hin malan derbeyên mezin li çeteyan dan. Bi giştî li vê eniyê herî kêm 29 çete hatine kuştin."

Derbên giran li çeteyan xistin

YPG'ê da zanîn ku li eniya Rojava jî şervanên wan komek çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin dorpêçkirin û wiha berdewam kir: "Derbên mezin li wan dan. Bi qasî ku hat tespîtkirin li vê derê 24 çete hatin kuştin.
Hêzên me li heman eniyê li dijî hin çeperên çeteyan çalakî pêk anîn. Li vê derê çeteyan mewziyên xwe berdan û reviyan. Şervanên me dest danîn ser 2 roket-avêj a B7 û gelek roketên din.
Hêzên me li vê eniyê doçkayek 23 jî rûxandin. Di şer de 4 şervanên me bi îrade û biryardariyek mezin pêşengiya berxwedanê kirin û şehîd bûn.”

 KOBANÊ