Endama Meclîsa Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayşegul Çoban têkildarî çalakiyên xwe yên îsal ên 8’ê Adarê, ji ANF’ê re axivî û diyar kir, çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal ji bo wan gelekî girîng in.

Çoban da xuyakirin, ku ew bi saleke tê de endamên tevgereke pêşengiyê ji jinên berxwedê re dikin ji aliyê zîhniyeta dewletê ve tên qetilkirin, bedenên wan tên teşhîrkirin û polîtîkaya înkar û tinekirinê di asta herî bilind de li dijî jinan tê meşandin de, rû bi rû man. Çoban got, “8’ê Adarê wê çarçoveya çlakiyeke mezinkirina banga berxwedanê were pîrozkirin. Em çalakiyên xwe yên îsal diyarî hemû jinê şehîd ketine bi taybetî diyarî jinên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ketine, dikin.”


Berxwedana mezin 

Çoban bal kişand ser êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî qadên xwerêveberiyê û destnîşan kir, ku êrîşên wehşî yên dewletê çiqasî zêde bûn, berxwedan jî ewqasî mezin bûye. Çoban got, “Li qadên xwerêveberiyê, li hemberî gefên li dijî gel bi taybetî jî li dijî jinê, mekanîzmayên xweparastinê ketin dewrê û vê yekê xwe birêxistin kir. Konsepta şer a li Kurdistanê tê meşandin, bi polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî jinan re li dijî îlanên xwerêveberiyê tê meşandin. Sîstem û hikûmeta xwedî zîhnihyeta DAIŞ‘ê, bi hedefgirtina berxwedana jinê re hewl da vîna gelê Kurd tine bike. YPS Jin an jî jin û dayikên li wê derê xwedî li vê berxwedanê derketine û soz dane, heta serkeitina vê berxwedanê ew ê têbikoşin.”

Endama Meclîsa KJA Ayşegul Çoban ragihand, têkoşîna ew dimeşîne ji aliyê cewherî ve berxwedana jinên Kurd e û got, Ji ber ku jinan xwe negihandine hêza xwe ya cewherî û nasnameya xwe, li hemberî vê rewşê neketine nava têkoşînê. Heta ku em têkoşîna xwe hevpar nekin, hewldanê ji bo şikandina zordariya civaka bi serdestiya mêr a li hemberî jinê, wê qels be. Ev berxwedan ne tenê ya jinên Kurd e, berxwedanek li dijî hemû gef û polîtîkayên înkarê yên li hemberî jinê ye. Dema têgihiştin çêbû, berxwedan jî wê xwe bide der. Têkbirina jinê, têkbirina civakê bi xwe ye.”


Banga li jinan

Çoban da zanîn, ku Arîn, Ekîn, Sêvê û Pakîzeyên xwe li qadên jiyana azad bi berxwedaneke lehengî feda kirin, wê bi ruhê 8’ê Adarê re di nava wan de bin û got, “Di vê çarçoveyê deem bang li hemû jinan dikin, ku bi xurtî beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê yên bi şiyara ‘Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin’ bibin û bi ruhê berxwedanê dakevin qadan. Em bang li jinan dikin ku xwedî li têkoşîna me ya hevpar derkevin û li qadên berxwedanê têkoşînê xurt bin. Em li bendê ne ku hemû hevalê jin, li he devera lê ne têkoşînê hevpar bikin û berxwedanê mezin bikin.”


ELÎF DOGAN/ANF/AMED