Gerîlayên Kurdistanê li Êlkê bi yek derbê di kemînê de 9 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk kuştin. HPG´ê wekî din, careke din dewleta Tirk li derewa wê qeliband û got, nûçeyên dewleta Tirk şerê psîkolojîk e.

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Êlkê ya ser bi Şirnexê, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Hêzên gerîla yên YJA-Star roja 3’ê Îlonê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker li herêma Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê kemîna xistin bin kontrola xwe. Di çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlayan bi taktîka kemînê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi topên hawan û obusan qada çalakiyê bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

Li Bedlîsê tiştek bi hêzê me nehatiye

2’ê Îlonê, balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Geliyê Kesanê yê navçeya Tetwan a Bedlîsê barandin. Çapemeniya şerê taybet ya artêşa Tirk a dagirker nûçeyan diweşîne û îddîa dike ku di bombebaranê de gerîla hatine kuştin. Bi vê dixwazin şerê psîkolojîk bimeşînin. Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Li Heftenîn û Avaşînê bombebarandin

4’ê Îlonê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Xantûr a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin. 5’ê Îlonê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Werxelê ya herêma Avaşînê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

 

ANF/BEHDÎNAN