Li Danîmarkayê, parlamenterên 9 partiyên siyasî pêşnûmeyeke hevpar pêşkêşî parlamentê kirin û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji parlamentê xwestin ku biryarê werbigire.
Nûnerên partiyên siyasî xwestin ku parlament ji Tirkiyeyê bixwaze ku dagirkeriyê bi dawî bike, leşkerên xwe vekişîne û ji rêveberiya Danîmarkayê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.
Parlamentan ji hikumetê xwest ku li Yekîtiya Ewropayê li dijî dagirkeriya Tirk hîn bêhtir bi rengekî çalak tevbigere û li nava NATO û platformên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bike.
Her wiha ji parlamentê xwest ku biryarê werbigire ji bo Danîmarka alîkariya însanî bi Bakurê Sûriyeyê re bike.
ANF/KOPENHAGEN