XANDÎ ELO / ANHA/EFRÎN
Malbata Qereçox ji gundê Satiya yê ser bi navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Zarokê bi navê Hesen Qereçox 9 saliye. Tevî temenê xwe yê biçûk jî strana Memê Alan ji ber kiriye û niha hewl dide stranên din jî bibêje. Her wiha stranên girêdayî Efrînê yên ku hunermendên gelêrî çêkirine vedibêje.
Bavê Hesenê piçûk, Izet Qereçox ê 52 salî, stran û kilaman dibêje. Izet ji 16 saliya xwe ve dengbêjiyê dike. Ew jî ji bavê xwe Hisên Qereçox fêr bûye. Hesen Birîmo welatparêzek ji gundê Satiya ye. Kasêtên stran û mewalên mîna Hisên Begê Zîlo, Kolikê Silêmên, Sad Ehmed û Hemdîn û Şemdîn ên ku hunermendên Kurd ên kevnar gotine, dianîn gund. Ji zarokên gund re ew lêdixistin.
Bapîrê Hesen, Hisên Qereçox ji wan zarokan e ku guhdarî wan kasêtan dikir. Bi vî awayî wî stran ji ber dikirin û hunerê xwe hînî kurê xwe Izet jî kir. Kilama Memê Alan zehmet e, saetek û nîvê dirêj dike. Lê Hesenê 9 salî xwe da ber vê zehmetiyê. Hesen gotina kilamê di nava mehekê de ji bavê xwe fêr bûye. Hesen ji 7 saliya xwe ve fêrî vegotina van stran û kilaman dibe. Bavê wî Izet jî serfiraz e ku kilamên ji bavê xwe hîn bûyî, hînî kurê xwe bike.
Malbata Qereçox di Kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê li navçeya Şêrawa de dimîne. Ew jî weke bi sed hezaran şêniyên Efrînê, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kir, di 18`ê Adara 2018`an de bûn penaber.