Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku meha Hezîranê 913 malbat vegeriyane warê xwe. Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, vegera Şengaliyan a li warê xwe vê dema dawiyê zêde dibe. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ji bo pêşwazîkirina koçberan 15’ê Gulana 2020’an komîsyonek ava kir. Komîsyonê têkildarî karê xwe yê meha Hezîranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîsyon ji saziyên rêveberiyê û ewlekariyê yên Şengalê pêk tê û bi karê pêşwazîkirina koçberan, afirandina şert û mercên vegerê tevgeriya ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, beşek ji malên şêniyên herêmê hatine rûxandin û li hin herêmên Şengalê binesaziya av û eletkrîkê ji ber şer hatine rûxandin û wan jî hewl dane xizmetguzariyê li wan herêman bikin. ANF/ŞENGAL