Par vî çaxî ji serê salê ve 562 penaberan xwe di ser derya Mancheê ve gihandibû Ingilîstanê, îsal ev hejmar ji hezarî bihurî jî. Tenê sêşema bihurî 92 kesên ji 8 dewletên cihê xwe bi 6 botan gihandin peravên Başûrê Ingilîstanê.
Li gorî rayedaran sedem tirsa ji wê yekê ye ku sînor piştî Brexitê bi temamî bê girtin. Rayedarekî siyasî yê Fransî jî li ser meseleyê dibêje, qaçaxçî bi derewan ji penaberan re dibêjin, piştî Brexitê wê çûnûhatin çênebe.
Sêşema bihurî gava gihiştina 2 botan a peravê, şahidê ku ew dîtin, dibêje, “Surreal bû- Min xebera polîs pê xist, ez bi bezê daketim cem wan, min dît ew diqufilin, tirsiyane û birçî ne.” Ji koma wî ew dîtî ya 14 kesî, 5 kes Kurdên ji welatên cihê bûne.
Ev rêwîtiya di navbera Fransa û Ingilîstanê de ji bo penaberan gelekî bi tehlûke ye. Beriya çend hefteyan du penaberên ku xwestin Derya Mancheê derbas bikin, di rê de xeniqîn.
EXETER