
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêngavê eşkere kir. Li gorî vê yekê 97 gund hatine rizgarkirin.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed ve bi beşdariya gelek saziyên çapemeniyê li gundê Xirbit Cihêş hat xwendin.
1.300 km yên kare rizgarkirî ne
Cîhan Şêx Ehmed da xuyakirin ku qonaxa duyemîn a pêngavê ji gundên Qadiriyê û Kerdoşanê dest pê kir û got: "Di nava 10 rojan de şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê qadek 1.300 km2 (97 gund, bi dehan mezra û gelek girên stratejîk) rizgar kirin."
Berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, di vî şerî de 96 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 7 çete bi saxî hatine girtin ku yek ji van çeteyan tevî malbata xwe, xwe radestî şervanan kiriye.
Şervan gihiştin çemê Firatê
Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku şervanên wan gihîştine Çemê Firatê û dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.
Li gorî daxuyaniyê, çek û cebilxaneyên ji aliyê şervanan ve hatine desteserkirin bi vî rengî ne:
Cebilxane hat desteserkirin
"52 Kalaşnîkov û 87 şarjorên wê, motorsîkletek, dûrbînek rojê, 6 bêtêlên dijîtal, 20 rext, 38 bombeyên destan, 6 RBG, 7 çenteyên RBG, 4 katûşa, 40 hawan, hawanek 120 mm, hawanek 160 mm, hezar û 500 guleyên BKC, çekek RBC, çekeke RBG, 1 Pick-up, qemyonek bombebarkirî, 7 rextên xwekujiyê, doçkayek 12,5 û 80 fîşekên wê, doçkayek 23,5, 550 mayîn hatin rakirin."
Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngavê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku şervan hê jî herêmê ji mayînan paqij dikin.
9 şervan şehîd bûn
Cîhan Şêx Ehmed di dewama daxuyaniya xwe de got, "Di şerê 10 rojan de 9 şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê şehîd bûn, 12 şervan jî birîndar bûn."
Her wiha da zanîn ku pirraniya şêniyên gundên hatine rizgarkirin vegeriyane cih û warên xwe û got, "Em spasiya gelên xwe dikin ku em bi dilekî germ pêşwazî kirin û ji wan dixwazin ku xwe ji cihên DAIŞ lê, vegirin. Pêngava Xezeba Firatê didome."
ANF / REQA