974 caran dîn û exlaq binpê dikin Şîngirtinê jî asteng dikin
Dewleta Tirk a dagirker û zalim, herî kêm cenazeyên 974 şehîdên Kurdistanê nade malbatan. Tevî ku malbatan gelek ji van cenazeyan teşxîs kirine jî, dewleta Tirk bi hinceta hîna testên DNA´yê bi encam nebûne, cenazeyan nade malbatan.
Herî kêm cenazeyê 974 kesên di şer de demên cuda şehîd bûne, li gorîstanên bêkesan tên girtin. Ev êşkence hem li cenazeyan tê kirin û hem jî li malbatan. Di çandên dinyayê hemûyan de li gorî adetê veneşartin, û derfetnedana şîngirtineke li gorî çanda wê civakê, ji zilmê ya herî mezin e. Dewleta Tirk, gelek cenazeyan bi hinceta “Hevgirtina DNA’yê temam nebûye” nade malbatan.
Bi sedan cenazeyên kesên di şer de demên cuda û di dema êrişa li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê de, di navbara salên 2015 û 2016’an de şehîd bûn, li goristanên bêkesan de tên ragirtin.
Bi qest cenazeyan nadin malbatan
Pirraniya cenazeyên li gorîstanên bêkesan ên Stenbol, Erzirom û Mêrdînê hatine definkirin û nasnameyên wan jî diyar in. Lê dewleta Tirk a dagirker, ji bo zilma xwe xuyatir bike, bi hinceta “Hevgirtina DNA’yê temam nebûye” van cenazeyan nade malbatan.
Yanî dewlet, kîn û nifrîna xwe ya li dijî miletê Kurd, ne tenê bi kuştina zarokên wê dike, her wiha bi zilma nedîtî ya li malbatên wan zarokan jî nîşan dide. Gelek ji van cenazeyan, ji ber ku malbatên wan miracaet nekirine, yan jî nezanîne çawa miracaet bikin, li goristanên bêkesan hatine definkirin.
Herî kêm 974 cenaze ne
Li gorî agahiyên ji Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) û şaredariyan, herî kêm 974 cenaze li goristanên bêkesan hatine definkirin. Ji bo bersiva ka ev cenaze li ku hatine veşartin, em bidin, me agahiyîn goristanan ku cenaze li wan hatine veşartin, weke li jêr kirin rêz:
Mêrdîn: Li goristina bêkesan a navçeya Artûklûyê herî kêm 49 cenaze hene. Pirraniya van cenazeyan, yên kesên di dema Berxwedana Xwerêveberiyan li navçeyên Nisêbîn û Hexezê de şehîd bûne.
Şirnex: Li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopiya û hin bajarokan cenazeyê 95 kesan li goristanên bêkesan hatine definkirin.
Amed: Li Goristina Yenîkoyê 28 cenaze hene.
Sêrt: Li Goristana Şex Mûsa, Goristana Şêx Suleyman û Goristana Zeviya, cenazeyê 100 kesan hene.
Dêrsim: Li navenda bajêr, cenazeyê 100 kesan li goristana bêkesan heye.
Êlih: Li goristana Asrînê 2 cenaze hene.
Edene: Cenazeyê 7 HPG’iyên di şer de li Çiyayê Amanosê şehîd bûn, li goristana bêkesan hatine definkirin. Cenazeyê 6 kesan jî li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên rawestandin.
Xarpêt: Çend cenaze li goristina bêkesan hatine definkirin, nayê zanîn.
Erzirom: Li goristina bêkesan 46 cenaze hene û pirraniya van cenazeyan aîdê kesên di berxwedana Xwerêveberiyê de li navçeya Colemêrgê Geverê şehîd bûne.
Meletî: 266 cenaze li goristina bêkesan hatine definkirin.
Rihayê: Cenazeyê 11 kesên di Berxwedana Xwerêveberiyê de şehîd bûyî li goristana bêkesan hatine defikinkirin.
Stenbol: Cenazeyê 264 şehîdên Kurdistanê di 19’ê Kanûna 2019’an de li Goristana Şehîdan a Xerzanê ya Gundê Oleka Jor ê ser bi Bedlîsê, hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, li goristina bêkesan a Kîlyos hatine definkirin. MA/AMED