Ji xebatkarên tenduristiyê re spas
Ciwanên li bin banê AABKê bi wêneyên di tevna civakî de parve kirin, malavahiya xebatkarên tenduristiyê kirin. Ciwanan got, “Di van rojan de xebatkarên tenduristiyê yên ji can û dil bi karê xwe radibin, em ji hemûyan re dibêjin, destê we xweş be, mala xwedê ava hûn hene.” AABK: Em ê weke Xizir bi hewara wan de biçin
Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewrûpayê AABK bi sedema şewba koronayê li bin sê projeyên girîng îmzeya xwe daniye, dibêje, “Armanca me ew e, em weke Xizir bi hewara kesên di zorê, tengasiyê û li rêmayî de biçin.”
Di daxuyaniya AABK'ê de tê diyarkirin ku ew di vê pêvajoyê de ji bo karibin desteka maddî û manewî bidin hewcedaran Projeya Fona Piştgiriyê pêk tînin.
Li ser armanca AABK'ê jî weha tê gotin: Armanca AABKê ew e, di jiyana civakî de hê bêhtir aktîf be. Di van rojên zehmet de em bi canan re destê alîkariyê dirojî muhtacan bikin.”
3 projeyên nû
Sê projeyên sereke yên AABK'ê pêk tîne ev in:
* Fona Alîkarî û Piştgiriyê ya Elewiyan.
*Cemxaneyên me yên li Ewrûpayê bi cemxaneyên li Tirkiyê re bibin musahib.
*Desteka bursê ji bo xwendekaran.
AABK dibêje, “Armanca me ew e; em mîna Xizir bi hewara muhtacan, kesên di tengasî û lirêmayî de biçin.” NAVENDA NÛÇEYAN
Ji xebatkarên tenduristiyê re spas
Ciwanên li bin banê AABKê bi wêneyên di tevna civakî de parve kirin, malavahiya xebatkarên tenduristiyê kirin. Ciwanan got, “Di van rojan de xebatkarên tenduristiyê yên ji can û dil bi karê xwe radibin, em ji hemûyan re dibêjin, destê we xweş be, mala xwedê ava hûn hene.”
Ji xebatkarên tenduristiyê re spas
Ciwanên li bin banê AABKê bi wêneyên di tevna civakî de parve kirin, malavahiya xebatkarên tenduristiyê kirin. Ciwanan got, “Di van rojan de xebatkarên tenduristiyê yên ji can û dil bi karê xwe radibin, em ji hemûyan re dibêjin, destê we xweş be, mala xwedê ava hûn hene.”