Di bîranînê de ewil Endamê Cemiyat Rojnamevanê Azad Mehmet Gonul axivî û diyar kir ku dijminê gelê kurd dijminek xwînxwar û dijwar bû. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Êlihê Serdar Atalay jî diyar kir ku ji bo xebatkarên çapemeniya azad ên di 1990’î de êrîş û qetliyamên li ser gelê kurd tên kirin ji cîhanê re ragihînin yek bi yek hatin qetilkirin û wiha got: “Wê serdemê bi çavên neyaran li hevalên me nêrin û hemû qetilkirin. Ger ku sedsal jî di ser bîranîna wan de derbas bibe emê vê ala wan li erdê nehêlin. Ger ku îro em dengê xwe dikaribin ji dost û dijminê xwe re ragîhînin bi saya serê van hevalên me ye. Em ê her tim bi bîranîna van hevalên xwe ve girêdayî bimînin û wan ji bîr nekin.”
Birayê Çetîn Abayay, Metîn Abayay jî axivî û ji bo hemû beşdaran spasiyê xwe kir û wiha got: “Çetîn ji ber ku di riya azadiyê de dimeşiya rastî êrîşê hat û wî qetilkirin. Dijimin dixwest bi van qetilkirina riya berxwedan û têkoşîna gelê me bigire. Lê belê dijmin vê yekê pêk neanî. Ji ber vê awayî emê tu car şehîdên xwe ji bîr nekin û bi rûmetî wan bibîrbînin.” Piştî axaftinan, beşdarvanan û xebatkarên çapemeniya azad ên Êlihê qurnefîl danîn ser gora Abayay û sersaxiyê ji dayika Abayay, Salîha Abayay re xwestin. Bi xwendina fatîhayan merasîma bîranînê bi dawî bû.
DIHA/ÊLIH