Li gelek welatên Ewrûpayê yên wek Swêd, Elmanya, Holanda, Belçîka, Norwec, Danîmarka, Fînlandiya, Brîtanya, Fransa û Swîsreyê bi awayekî fermî dersên zimanê Kurdî tên dayin. Ev zêdeyî 30 salan e ku li Swêdê dersên zimanê Kurdî tên dayîn û di vî warî de dewleta Swêdê piştgiriya dersên zimanê dayikê dike. Bi gelemperî li Swêdê perwerdeya du zimanî heye. Helbet mirov dikare rewşa perwerdeya zimanê Kurdî li her welatî cihê binirxîne lê ji ber ku pirraniya Kurdan li Elmanya dijîn, dixwazim zêdetir li ser wir rawestim.
Li Elmanya teqrîben milyonek û sed hezar Kurd dijîn. Loma jî perwerdeya zimanê Kurdî gelekî girîng e. Ji sala 1993'an û vir de li Almanya perwerdeya Kurdî heye. Niha li 4 eyaletên Elmanya Nordrhein-Westfalen (NRW), Bremen, Niedersachsen, Hamburg bi giştî 24 mamoste dersên zimanê Kurdî didin, nêzîkî 2000 xwendekar hene.
Bi taybetî jî Kurd bêtir li NRW'ê hene. Vê gavê 8 mamoste li 14 bajar û 32 dibistanan dersên Kurdî didin. Bi tevahî hejmara xwendekaran nêzî 1000 kesî ne.
Li bajarên Koln, Bonn, Bochum, Dortmund, Bielefeld, Duisburg, Wuppertal, Leverkusen, Oberhausen, Wesel, Dinkslagen, Senden û Herne dersên zimanê Kurdî bi fermî li dibistanan tê dayin. Xwendekar ji pola 1'ê heta ya 10'an dikarin tev li dersên zimanê dayikê bibin.
Li gorî hejmara Kurdan, zarok û ciwanên beşdarî dersên Kurdî dibin, kêm in. Ev pirsgirêk ji siyaseta dewleta Elmanya bêhtir, mixabin ji xemsariya sazî û malbatên Kurd e. Bi rastî jî ji bo me Kurdan ziman mijara hebûn û nebûnê ye. Bi taybet jî Kurdên li Ewrûpa/Elmanya her diçe dihelin, ji çand û zimanê xwe qut dibin. Li gorî lêkolînên zanistî jî mirov li biyaniyê di nava sê nifşan de bi tevahî asîmîle dibe. Dê û bav hinekî xwe ji vê xeterê diparêzin. Lê nifşên duyem nîva nîv ango bi tevahî tên bişaftin. Ji bo ku mirov pêşiyê li vê malwêraniyê bigre, divê mirov zarokên xwe bi zimanê wan perwerde bike. Zarok êdî ne li ser çand û zimanê xwe ne, yên xelkê ne. Dema ziman çû, her tişt pê re diçe.
Êdî derheqê girîngiya zimanê dayikê û bandora wî ya li ser bipêşxistina kesayet û civakî de tu nîqaş nemaye ku nehatiye kirin. Ev bi awayekî zanistî hatiye îspatkirin. Lê mixabin hê jî hin dê an bavê zarokên Kurd di vê mijarê de dudil in û çewt nêzîkî mijarê dibin.
Me 24 çar pirtûk amade kirin
Em wek saziya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa ev bîst sal in karê perwerdeya Kurdî dikin. Ji ber ku bêyî Înstîtuya Kurd a Elmanya tu saziyên Kurd yên din zêde alîkariya me nakin, em bi derfetên xwe yên kêm ji neçarî materyal û pirtûkên xwe yên dersên zimanê Kurdî amade û çap dikin. Ji bo pola 1'ê heta pola 10'a me heta îro 24 pirtûkên dersên Kurdî amade û çap kirine. Pirraniya van pirtûkên dersan yên bingehîn in û hinek jî yên alîkar in, wek çîrok û hws. Ji bona wî karî komîsyonên me yê taybet hene û vî karî dimeşînin. Em bêhtir metodên nûjen û Bernameya Wezaretên Perwerdeya Elman wek bingeh digirin û li gorî vê mijarên li ser çanda Kurdî bikar tînin. Wek mînak: mijarên jiyana rojane, rûberandina jiyana wir û welêt, cêjn û rojên taybet, erdnigarî û dîroka welêt û hw.
Ji bo perwerdeya bi Kurdî kampanya
Di dawiyê de wek encam em dikarin bibêjin ku divê li seranserê Ewrûpa û bi taybetî jî li Elmanya hemû, rêxistin, sazî, malbatên Kurd kampanyakê perwerdeya zimanê Kurdî li dar bixin. An na, em dereng bîmînin mixabin em ê zarok û siberoja xwe wenda bikin.
Mîre Kurdiya modern Mîr Celadet Bedirxan di vî warî de wiha dibêje: "Kuro! Eyb e, şerm bikin, an bi Kurdî bixwînin, binivîsin an jî nebêjin em Kurd in. Kurdîtî bê ziman nabe, kesên bi zimanê xwe bipeyive, bixwîne û binivîse, mifta hebûna xwe dixe bêrîka xwe…"
Li ser vê bîr û baweriyê divê em li her bajarê ku Kurd lê dijîn, Înîsîyatîf û Komelên Malbatan damezirînin û ji bona mafê zimanê Kurdî miraceat bikin. Gava mirov di karê xwe de cidî û bi biryar be û li gorî rêbazên vê tevbigere, tu saziyên dewleta Elman an welatekî din yê Ewrûpa ji daxwaza mirov re bê bersîv namînin. Ji ber ku li van welatan perwerdeya zimanê dayikê wek mafekî xwezayî hatiye qebûl kirin û bi zagonan hatiye misoger kirin.
Kesên di wî warî de bixwazin xebatê bikin, dikarin, xwe bigihînin me û em ê bi dilxweşî û serbilindî tev xizmeta zimanê xwe bikin.
Ziman rûmet e, divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin!
*Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK