
Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê, derbarê qadên aboriyê de ji bo jinan axivî û diyar kirin ku xebatên wan serketî dewam dikin û ji bo jinan meydanên aboriyê berfirehtir dikin.
Rêvebera Komîtiya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê, Emîna Mihemed Xelîl diyar kir ku xebat û hewldanên bipêşxistina aboriya jinê li Kantona Kobanê dewam dikin û got, “Beriya şoreşa Rojava di nav civakê de karkirina jinan wek şermê dihat dîtin. Piştî şoreşê jinê ev şerm ji ser xwe avêt. Jinan bi aweyekî rêxistinî li meydana civakî cihê xwe girt û dixebitin. Ji bo bipêşxistina îstîxdamê me projeyên avakirina dirûnxane, park, çandinî, berpirsiyariya baxçeyê Serokatiyê, sewaldarî da pêşiya xwe û bi pergala kooperatîfan em van pêk tînin. Jin di van sektoran de hem dixebitin, hem aboriya civakî bi rêxistin dikin. Aboriya bajêr di destê jinê de ye.”
Emîna Mihemed Xelîl da zanîn ku li kantonê di her kooperatîfê de 32 jin hene û anî ziman ku kooperatîfa çandiniyê îsal genim û simbil çandine, jin sîstema kooperatîfa di nav civakê de bi pêşengiya xwe bi pêş dixe.
KOBANÊ