Serokê Desteya Bazirganî û Abûriyê ya herêma Xweser a Efrînê Dr. Ehmed Yûsif da zanîn ku xebatên desteya wan ji ber tunebûna felsefeyeke aborî û çanda bazirganiya rast kême alozî û nakokî di xebatên wan de derdikevin. Yûsif, got ku tiştê niha li Herêma Efrînê di bin navê projeyên aborî têne meşandin hin pirojeyên biçûk derbas nake û destnîşan kir ku pêwîste rewşa aborî li ser bingeha Netewa Demokratî bê pêşxistin û got: ''Pêwîstî ji bo vê yekê bi vekirina buroya şêwirmendiya aborî hebû.''

Yûsif, da xuyakirin ku wan di riya buroya şêwirmeniya aborî re karîbûn nakokiyan derbas bikin û fikrê aborî, malî û bazirganî yê rast pêşkêşî civakê bikin û wiha axivî: ''Dema me buro vekir, ji ber ku tecrubeyek nû bû me zehmetî kişandin da ku em xebatên wê sererast bikin û rewşa aborî ya li herêmê sererast bikin.'' Yûsif, destnîşan kir ku wan di buroya şêwirmendiyê de komîteyên bazirganî û aborî, çandinî, çeyran, pîşesazî û maliyê avakirin.''
Yûsif got ku armanca wan ew e ku rewşa aborî li herêma xweser a Efrînê pêş bikeve û projeyên aborî bêne vekirin û da zanîn ku niha di nava Rojê de ji 3 heta 4 projeyan pêşkêşî wan têne kirin û wiha dom kir: ''Ji ber ku hin proje mercên ku me digot pêk nayînin me ew red kirin, lê piraniya projeyan têne qebûlkirin. Armnca me ew e ku projeyên rastî ku gelê herêmê sûd jê werbigre bêne vekirin.''
Yûsif, destnîşan kir ku armanca wan di buroya aborî de ew e ku projeyên pêşesaziya çandiniyê bêne vekirin û wiha dewam kir : ''Ji sedî 70 pêkhateyên herêmê di çandiniyê de dixebitin, ji ber vê yekê pêwîste projeyên pêşesaziya çandiniyê bêne vekirin. Projeyên ku dê bêne vekirin mîna fabrîqayên zeyta zeytûna, şirûb, zuhakirina mêwan vebikin.''

Amadekariya vekirina bankayê

Yûsif, diyar kir ku niha projeyên xwedîkirina çêlekan, vekirina hotêleke 3 stêrk û gelek projeyên din ku dê gel jê sûd bigre amade dikin û wiha dom kir: ''Em ê li gorî bercewendiyên civakê van projeyan lêkolîn bikin û dê biryara vekirina wan derbixin. Niha em di nava hewldanan de ne ku Bankekê li Efrînê bê vekirin.'' Yûsif, da zanîn ku sererastkirina rewşa aborî hinek dem dixwaze û ev tişt anî ser ziman: ''Pêşxistina aborî dê bi demê re bê çareserkirin, ev yek bi demê re dê pêk were, dem û xebat dê rewşa aborî pêşbixin. Di demeke kurt de tevlihevî û nakokiyên heyî xilas nabin, ji bo vê yekê jî hin dem pêwîste.''
Yûsif di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê hewl bidin ku proje û xebatên li Rojava bibin nimûneya pêşxistina aborî li hemû Sûriyê û cîhanê . 

EFRÎN