Komferansa bi şîara “Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun û jinaya azad û demokratîk înşa bikin” bi beşdariya 230 delegeyan tê lidarxistin. Wezîrê Aboriyê yê Kantona Efrînê Dr. Ahmet Yusuf axivî di konferansê de axaftinek kir û diyar kir ku ji ber li Wanê ye kêfxweş û wiha got: “Min dixwest kongreyekî bibînim. Beşdariya konferanseke ku kurd pirsgirêkên xwe yên aboriyê nîpaş dikin ji bom in xeyalek bû. Ji ber ku li vir im û aboriya kurdan tê nîqaşkirin ez kêxweş im.”

‘Em aboriya civakî esas digirin’

Yusuf deestnîşan kir ku Rojava bi yekîtiya kantonan ava bûye, gel û esnafên Cizîr û Efrînê ji bo delegeyên konferansê silav aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava ji bo avakirina aboriya civakî astengî hene. Sîtemên ku sîstemên kapîtalîst esas digirin, wekî di qada civakî de di qada aboriyê de jî li hemberî bihêzbûna me dibin asteng. Em aboriya civakî esas digirin. Ya herî girîng jî em exlaqê bi milkên hevpar re digirin dest û bi vî rengî sîstema yekîtiyê dixwazin ava bikin.” Yusuf destnîşan kir ku ew parastina çavkaniyên xwezayî esas digirin û wiha berdewam kir: “Di parastinê de qesta me ew e ku wan li dijî mijokdariyê û li dijî zilma ku civak rû bi rû dimîne parastina cewherî ye.”

‘Kara ne xerabker´

Yusuf der barê ew aboriya civakî çawa digirin dest de jî agahî da û wiha got: “Di destpêka jiyana civakî de aborî tê. Ya ku em dikin hedef demokratîkirina aborî û ekolojî tê. Em sîstema kredia biçûk red dikin. Di navbera komunan de yan jî di komunan de deokratîkbûnê esas digirin.” Yusuf got ku beriya her tiştî azadî tê û bi vî rengî li sektora hilbierînê dinêrin.”

DIHA/WAN