Li bajarê Silêmaniyê xwaringeha Karadagê ya ku bi deste jinan tê birêvebirin, rastî eleqeyeke mezintên.Çar jinên ku li xwaringehê dixebitin bi çêkirina xwarinên cur be cur debara xwe dikin. Xanim Mihemed ji sala 2008’ê û vir ve hem mamoste ye, hem li xwaringehê xwarinê çêdike û hem jî li Zanîngeha Silêmaniyê endezyartiya qompûterê dixwîne û bi vî awayî aboriya xwe ya xweser avakiriye. 

Xanim diyar kir ku ji bona ku jin aboriya xwe ya xweser ava bike pê wîst e bixebite û wiha pê de çû: “Eger jin bixebitin dê zêdetir azad bin, wê pêwîstî bi alikariya mêr jî nemîne. Em weke jin di nava xebatê de hêzê ji hev digrin. Yên ku li ba me dixebitin hemû jin in. Hem bi xwe dixebitim hem jî alîkariyê didim jinên derdora xwe. Lê belê em di nava civakekê de ne ku xebata jinan napejirîne. Gelek jinan li vir dest bi xebatê kir, piştre ji ber nerazîbûna bav, bira yan jî hevserên xwe dev ji kar berdan. ” 


 JINHA/SILÊMANÎ