Kirîza di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê kurtir dibe. Bi awayek berfireh gef li ser Kurdistanê zêde dibin. Wezareta Samanên Xwezayî ya herêma Kurdistanê bi ser navê çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wezaret ji hikûmeta navendî ya Îraqê re dibêje: "Ger hûn ji %17 a budceya Îraqê bidin me, em jî amade ne dahatên petrola Kurdistanê ji we re bişînin."

Kesek heye ku ji vê wezaret û hikûmeta Başûr re bipirse: Ger hûn amade ne di dawiyê de vê gavê bavêjin, we çima berî ku rewş dijwar bibe û metirsî li ser welat çê bibe, ev gav nediavêt?

Li gor destûra bingehîn a Îraqê, herêma Kurdistanê wê dahatên xwe tevî dahatên petrol û deriyên sînor ji Bexdayê re bişîne, Bexda jî wê %17 ji budceya xwe bide herêma Kurdistanê. Bi vê budceyê tevî hebûna gendelî û nadadperwerî, herêm dikarî muçeya zêdetir ji miliyonek karmendan bide û projeyên xizmetguzarî çê bike.

Berî 2013'an ku Hewlêr ji bilî petrol, dahatên xwe yên cur bi cur ji Bexdayê re nedişand û ji gelek aliyan ve destûra Îraqê ku ew dengê xwe danê binpê dikir, lê Bexda ji şandina pişka herêma Kurdistanê berdewam bû. Di hilbijartinên Îlona 2013'an de, PDK'ê ji bo ku carek din bibe desthilatdar, projeya "aboriya xweser" li ser bingeha bi awayek xweser firotina petrolê ragihand û bi Turkiye re peymanek 50 salî îmze kir. 

Li Başûr ji bilî serokatiya PDK'ê kesek naveroka vê peymanê nizane. Piştî vê peymanê, hikûmeta navendî ya Îraqê budceya herêmê qut kir û ragihand: "Ger herêma Kurdistanê dahatên xwe neşîne û destûr binpê bike, em ne amade ne ji pişka herêmên din a Îraqê pere bidin herêma Kurdistanê."

Ev pêvajoya ku bi ragihandina "aboriya xweser" destpêkir, heya îro didome. Îro kirîza aborî rewşa Kurdistanê gelek dijwar kirye û di her alî de paşveçûn heye. Ji vê zêdetir bi sedema pîlangêriya referandumê metirsî li ser herêma Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li Kerkûkê çê bûye. Mîlîsên Heşdî Şabî û Pêşmerge li hemberî hev sekinîne û dibe ku şer derkeve.

Ev pêvajo ku desthilata PDK bi piştgîriya YNK derxist holê, bandorek mezin li ser têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê çê kir. Pirsgirêkên ku bi hevdîtin û aşitiyê wê çareser bibana, roj bi roj kurtir bûn. Rayedarên Hewlêrê ji bilî ku berê xwe bidin Bexdayê û pirsgirêkan çareser bikin, zû bi zû berê xwe didan Enqereyê. Lê belê Eneqere heya roja îro Hewlêr ji bo berjewendiyên xwe bikaranî.

Ger Hewlêr li gor destûr û pîvanên demokratîk tevbigeriya, dikarî gelek destketiyên siyasî û aborî bidest bixe. Ji aliyek ve Herêm wekî dewletek tevdigeriya û îmkana wê zêde bû, ji aliyê din ve jî Îraqê destwerdan ji rewşa navxwe ya Kurdistanê nedikir. Lê ji ber nebûna îradeyek siyasî ya xweser, nebûna siyasetek azad û demokrat, nebûna rêveberiyek ku bibe bersiva daxwazên gel, pirsgirêk bûn kirîzên siyasî û piştre ber bi kirîza aborî ve çû, niha jî gefên leşkerî di rojevê de ne û roj bi roj metirsî li ser Başûr zêde dibe.

PDK bi vê siyasetê xwest dahatên Başûr bi tewawî bixe bin destê xwe û li gor berjewendiyên xwe bikarbîne. Turkiye jî xwest bi vî awayî Hewlêrê zêdetir bixe bin bandora xwe.

Pirs ev in:

* Di vê peymana bi Turkiye re hat kirin, berjewendiyên Kurdistanê çi bûn?

* Ji bilî destketiyên Turkiye û desthilata PDK û YNK, destketiyên gelê Kurdistanê di vê siyasetê de çi bûn?

Divê PDK û rayedarên hikûmeta herêmê bersiva van pirsan bidin, û şikestina xwe ya din bin navê "Aboriya xweser" de ragihînin û ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwazin.

Ev siyaseta aborî tenê di xizmeta rejîma Turkiyê de bû, Her kes vê rastiyê dibîne.

Rêveberiya Başûr ku heya niha ar, fêkî, sebze, xwarin û vexwarin ji welatên derdor tîne û 26 sale nikaribûye aboriya xwe pêşbixe, qet nikare aboriya xweser ava bike. Aboriya xweser berî her tiştî bi siyasetek zelal, azad û xweser, vîna azad û rêbazên demokratîk tê avakirin.

Niha bi sedema vê siyasetê Başûr bi dehan milyar dolar deyîndare. Di nava 3-4 salan de di bin sîwana qaşo "aboriya xweser" de gelek destketî wenda bûn û hêjî dibin. Heya niha dahatên petrol û "aboriya xweser" ne zelal e.

Li Başûr gel dibêje: Gelo hikûmeta me van salên dawî petrol firotiye an stendiye?