Operasyona rizgarkirina herêma Tebqa ya Hamleya Xezaba Firatê, li rojavayê Bajarê Tebqayê didome. Li gorî agahiyên ji herêmê, li rojavayê bajarê Tebqayê gundên Acel Xerbî û Acel Şerqî  hatin  rizgarkirin. li aliyê din di şerê li herêmê de serçeteyê bi navê Ebû Omer el-Elmanî jî hat kuştin.

Li rojavayê bajarê Tebqayê, operasyona Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD´ê) didome. Li gorî agahiyên ji herêmê, pêr bi şev li rojhilatê bajêr şerekî dijwar rû da. Di encamê de gundên Acel Şerqî û Xerbî yên Tebqayê hatin rizgar kirin. Hate zanîn ku li gund 3 termê çeteyên DAIŞ´ê ketine destê şervanên QSD’ê. Li lêgerîna gundan de 2 çekên bomba avêj hatin desteserkirin. Li gora agahiyan, çeteyên DAIŞ´ê derdorê Bendava  Firatê bi çekên giran bombebaran dikin.

Ebû Omer el-Elmanî hat kuştin

Li gorî agahiyên ji herêmê di şerê şevê din de gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên QSD´ê di nava çeteyên li derdora Bendava Firatê kuştî de, serçeteyê herêma Tebqayê, Ebû Omer el-Elmanî jî heye ku bi eslê xwe hemwelatiyê Elmanyayê ye. Bi el-Elmanî re li heman deverê 3 çeteyên din jî hatine kuştin. 


 REQA