Namzetê sereke yê SPD û şaredarê yekê yê niha, Peter Tschentscher li gorî encamên ne fermî, wê karibe li senatoya Hamburgê pirraniyê tevî partiya Keskan ava bike. Lê partiya wî gelekî li xwe kêm kir: Qederê 9 ji sedî li gorî 2015´an li xwe kêm kir. Herçî şirîkê hikûmetê Kesk in wan bêhtirî 11 ji sedî li xwe zêde kir.
Her kes li bendê bû ku piştî êrişa nijadperest a li Hanau û skandala li parlamena Thuringenê ku namzetê FDP bi dengê AfD û CDU bû serokwezîr û neçar ma piştre îstîfa bike, AfD li Hamburgê nekeve parlamenê. Lê li gorî encamên ne fermî wê 5,3 ji sedî yê dengan wergirt -li gorî 2015´an qederê 1 ji sedî li dengên xwe kêm kir - û kete parlamenê. FDP´ê jî xwe tam gihand 5 ji sedî. Lê dengên herêmekê wê ji nû ve bên jimartin û heger deng biguherin, dibe ku FDP´ê nekeve meclîsa Hamburgê.
Namzeta ku aliyên Kurd destek dayê, Cansu Ozdemir ku di heman demê de namzeta serê lîstê ya partiya Xwe Partiya Çep bû, ew jî hat hilbiajrtin. Partiya wê jî dengê xwe zêde kirin û dengê xwe ji 8.5 ji sedî gihand 9.1 ji sedî.
Tevî ku SPD´ê li gorî rêjeya dengan herî zêde li xwe kêm kir jî, ji ber ku tevî şirîka xwe ya koalîsyonê dîsa dikare hikûmetê ava bike, weke serketiya hilbijartinê tê dîtin. CDU´ya ku qederê 5 ji sedî li dengên xwe kêm kir û tenê 11.2 ji sedî yê dengan karî wergire. Bi vî rengî weke mezintirîn şikestxwarê hilbijartinê hat qebûlkirin.
HAMBURG