Encama hilbijartina parlamena Hamburgê eşkere bûn. Di encamê de 12 kesên ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî ketin senatoya eyaletê. Yek ji van jî Cansu Ozdemir bû ku saziyên Kurdan jî destek danê. Ji partiya wê yanî Partiya Çep wekî din Mehmet Yildiz û Denîz Çelîk jî hatin hilbijartin.

Cansu Ozdemir ji ber piştgiriyê, malavahiya hilbijarêrên xwe yên li Hamburgê kir û pê re jî malavahiya çapemeniya Kurd jî ji bo desteka wê kir. Wê ji hilbijêrên xwe re got, “Ez ê keda we û hêviyên we pûç nekim, ez soz didim we, hem li nava parlamenê û hem jî li derveyî wê li gorî bendewariyên we tevbigerim.”

Yek ji encamên herî girîng ên hilbijartinê jî ew bû ku partiya lîberal FDP´ê, nekete parlamenê. Gava encamê destpêkê hatin eşkerekirin, FDP´ê bi 5 ji sedê dengan dikete parlamenlê, lê piştî ji nû ve hejimartina dengan li deverekê, ew di bin 5 ji sedî de ma û nekete parlamenê. Herçî partiya nijadperest AfD´ê ye, tevî ku deng li xwe kêm kirin, dîsa bi 5.3´yê dengan kete parlamena eyaletê. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan ku berê koalîsyon bûn, dîsa pirraniya dengan bi dest xistin û ew ê karibin hikûmetê ava bikin.

 

HAMBURG