Parlamenterê ji partiya Keskan ê Eyaleta Berlînê Turgut Altug ku cara duduyan ji bo Parlamentoya Eyaletê ya Berlînê hat hilbijartin, diyar kir ku bilindbûna dengên partiya rastgir a tund AfD ê ji bo bajarekî wekî Berlînê ku pirçandî ye, şerm û xebîneteke mezin e. Altug da zanîn ku divê hişmendiya hevpar bi nifşên nû bê gihandin û her kes jî bizane ku Elmanya ne tenê aîdê Elmanyayê ye.

Parlamenterê Partiya Keskan a Eyaleta Berlînê Dr. Turgut Altug der barê encama hilbijartinên 18 ê Îlonê û bi taybetî bilindbûna rêjeya dengên partiya rastgir û neteweperest AfD ê de ji rojnameya me re wiha axivî: “Ji bo me di encamê de xala balkêş ev bû ku qismek ji dengê me derbasî partiyên din bûn, bi taybetî jî Partiya Çep (Die Linke), weki din di rêjeya dengê me de guherineke hinde mezin xuya nake. Dîsa jî li gorî hilbijartinên borî em dikarin bêjin ku rêjeya dengê me zêdetir bûye. Li holê ye ku bêyî Keskan li Berlinê damezirandina hikûmetekê ne pêkan e. Li gorî rewşa heyî hikûmeta mustaqbel jî dê ji SPD, Die Linke, û Keskan pêkhatî be. Her wisa çend şaredariyên Berlinê jî dê bikevine destê Keskan û di hind ji wan de jî Kesk bi hevkarî wê bi rê ve bibin. Ev rewş ji damezirandina Partiya Keskan heta niha cara yekê îsal encam da, bêyî me hikûmet nikare bête avakirin. Em ê li ser van xalên bingehîn guftûgoyên sazkirina hikûmetê bi rê ve bibin, ev jî wiha ne: Qada hawirparêziyê, nûjenkirina qada rêveberiya raya giştî, sazkirin, firehkirin û çêkirina riyên duçerxeyan, xebatên derbarê penaberan de û tevlikirina wan a civakê.”


Dengên Keskan ji sedî 2,4 daket

Her wiha Altug da zanîn ku encameke din a ku nedihate payîn jî ketina FDP (Partiya Demokratên Azad) ê ya meclîsê bû. Bi vî hawî hejmara partiyên di meclîsê de ji 5´an derketin 6´an. Lê di hilbijartinên dawî de dengên Keskan ji sedî 2,4 daket, Turgut Altug kêmbûna dengên partiya xwe wiha rave kir: “Di hilbijartina sala 2011’an de karesata Fukuşîma qewimîbû, ev jî bûbû sedemê zêdebûna dengên me, helbet sedemên cihê yên daketinê jî hene. Lê ez dikarim bêjim ku rêjeya %15,2 ya dengên Keskan ji bo me serkeftin e, ji ber ku partiya me ne hinde kevin e û mêjûyeke me ya hinde dûr jî nîne. Em partiyeke gênc û nû tên hesibandin. Em ê di vê serdema xebatê de hewla pêkanîna projeyên xwe bidin, em wisa bawer in ku eger di van plan û projeyan de biser bikevin, dê hilbartinên bê de dengên me jî zêdetir bibin.


AfD ji bo Berlînê şerm e

Bilindbûna AfD ê ji bo bajarekî wekî Berlînê ku ji cîhanê re vekiriye, şerm e, xebîneteke mezin e. Niha dengên wan gihiştiye rêjeya ji %14 û 15´an û li pênc herêman jî rasterast parlamenter şandin meclîsan. Ev ne li gorî bajarê Berlinê ye, lê nayê. Divê bi taybetî partiyên ku ji xwe re digotin partiyên gel yên wekî SPD û Demokratên Mesihî ji nû ve bifikirin. Lewre yên deng dayîn AfD ê bi tevahî ne nijadperest û neteweperest in. Helbet dengên bertek jî gelek in, yên ji siyaseta heta niha nerazî jî gelek in û ew hizir dikin ku siyaset nikare pirsgirêkan çareser bike. Her wiha kendala di navbera dewlemend û hejaran de her diçe kûrtir dibe. Ez bawer nakim ku ev partî bi demdirêjî di rojeva Elmanyayê de bimîne, lê divê em bi hendazetî feraset û naveroka vê hizrê ji gel re eşkere bikin, li ser vê babetê wezîfe dikeve ser milê tevahiya partiyên demokrat.


Divê li riyên çareseyê bê fikirîn

Li Elmanyayê gelek saziyên li dijî nijadperestî û rastgiriya tundraw kar dikin hene, divê ew bên hêzdarkirin. Ji zaroktiyê ve, ji gêncitiyê ve ev feraset bê dayîn. Elmanya ne tenê ya Elmanyayê ye. Di civaka me de hema bêje ji 5 kesan yek ji derve hatiye û koka wan li devereke din a dinê ye. Lê rastî ev e ku em tev jî ji vir in û li vir dijîn, welatiyê vê Elmanyayê ne. 


Encamên xerabtir jî pêkan e

Divê misoger Demokratên Mesihî siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin, di serê sedsalê de gotibûn; divê li aliyê rastê yê Mesihiyan ti partî tinebin, lê vaye niha heye. Nêzîkahiya wan a li dijî koçber û penaberan bi taybetî li Eyaleta Bavyerayê ne rast e. Gotinên, dijber û ciyawaz ne rast in, civakê ji hev cuda dike. Wek mînak; Henkel li dijî mafên homoseksûelan derket, ev jî di encama girtîn de roleke neçê lîst. Ji bo bajarekî wekî Berlînê ev gotin û kiryar nerast in, dide wendakirin. Ji vir şûnde wezîfeya herî mezin dikeve ser milê Çepan û Keskan. Lazim e em xwe li gorî vê xebatê sazkar bikin. Nexwe di babeta AFD û pêşketina rastgiriya tundraw de jî îhtimala encamên xerabtir jî pêkan e.”


YEKO ARDIL / NAVENDA NÛÇEYAN