
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya di 28’ê îlonê hat weşandin 12 TV û 11 radyoyên di xeta muxalîf de hatin girtin. 100 rojnamgerên ku betal man hatin gel hev û Platforma Agahiyek Heye ava kirin û li ser înternetê dest bi weşanê kirin. Azadî TV, Ozgur Gun TV, Van TV, Jiyan TV û Ozgur Radyo, Radyo Karacadag, Radya Rengîn, Gun Radyo, Radyo Ozgur Guneş, Radyo Dunya, Radyo Ses bi awayekî aktîf di paltformê de cih digirin û ÎMC TV, Hayatin Sesî, TV 10 jî piştgiriyê didin.
Dest bi weşanê kir
Platform ji bilî malperên înternetê li ser hesabên twitter, facebook û instagramê dest bi xebatên xwe kir. Endamê Paltformê Serdar Altan ê Kordînastonê Weşanê yê Giştî yê Van TV ye diyar kir ku piştî biryara girtinê hewl dane ku tiştekî bikin û ev pêvajoyê ewqas rehet nebûye. Altan anî ziman ku platforma ku hatiye avakirine wê bibe ji bo mafê ragihandinê. Her wiha Altan got ku televîzyon û radyoyên hatine girtin careke din bi vê hawî bikaribin dengê xwe ragihînin û li dijî çapemeniya yekalî wan gotina “Agahiyek Heye” û bi vî rengî derketine rê.
‘Em ne bê alternatîf in’
Altan destnîşan kir ku li her derê ku jiyan heye nûçe jî heye û wiha axivî “Lê nûçe gihandina gel girîng e. Li Tirkiyeyê ev yek berovajî dixebite. Saziyên weşanê, televîzyon û radoyên ku vê yekê dikin her roj tên girtin. Dema ku rewş bi vî rengî be mirov dixwaze vî çewisandin û pêkûtiyê bişikîne. Ji ber em nîşan bidin li dijî astengkirin û girtinan bê alternatîf nînin jî em bi hevre ne. Dibe ku televîzyon îro hatibin girtin, lê înternet heye. Em jî derfetên heyî bi kar tînin û ji bo ku rastiyan ragihîn gel derketin rê. Me xwest di warê nûçegihaniya înternetê de tiştekî bikin û îro bihevre ne.”
Ew ê bêdengiyê bişikînin
Altan da zanîn ku bi platformê ve li ser înternetê hem bi TV û hem jî radoyoyê ve li ser malperê geşedanên rojane û nûçeyan ragihînin û bi vî rengî dê tenê weşanê nekin di heman demê de bibin dengê televîzyon û radyoyên ku hatine girtin. Altan têkîldarî armancên xwe jî ev agahî da: “Em ê bi gel re di nava têkîliyan de bin. Em ê nûçeyan çêkin, li nûçeyan bigerin, Em ê jî nûçeyan çêbikin. Geşedanên li welêt em ê bi analîz û weşanan ve ragihînin gel.”
Bêdeng mayîn ne wijdanî ye
Endamê paltformê Îbrahîm Aslan jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di pêvajoya ku li dijî çapemeniyê evqas êrîş heye de bêdeng mayîn ne wijdanî ye û ji ber vê yekê hatine cem hev. Aslan destnîşan kir ku derdê wan ne betalmayîna rojnamegeran e, li herêmê, li Rojhilata Navîn evqas geşedan diqewimin wekî rojnamegerekî tiştek nekirin wan xemgîn dike û derdê wan çêkirina nûçe û ragihandina nûçeyan e.
‘Ew ê yek dengiyê bişikînin’
Aslan der barê terzê xebatê de jî wiha axivî: “Li ser çapemeniya civakî, li ser înternetê em ê weşangeriya radyo û televzyonê bikin. Endamekî platformê dê li derve bixebite. Wekî bûyerên di karesata hezanê ya li Şîrvanê em ê bi xebatkarên xwe ve li ser înternetê weşanê bikin. Di vê pêvajoyê de nûçeyek, dengek pir girîng e. Ji bo şikandina çapemeniya yek wekî rojnameger çi ji destê me bê em ê bikin. Xwegihandina kesekî jî gelekî girîng e. Wêneyek dikare rojevê biguherîne. Ji ber vê yekê jî me slogana xwe bi nûçeyek, dengek, dîmenekî ve xwe gihandina gel diyar kir.
Bernameyekî Kirmanckî jî biweşînin
Aslan destnîşan kir ku di pêvajoya OHAL’ê de vekirina televîzyonekî yan jî li cihekî xebat zehmet e û ji ber ve yekê jî ev platform ava kirine û wiha axivî: “Tekane derdê me nûçe ye. Nûçe gihandina gel, gel dikarin rojevê bişopînin ev jî ji bo me gelekî girîng e. Di palformê de Ozgur Gun TV, Azadî TV, Jiyan TV û Van TV û 7 radyo bi taybetiyên xwe ve weşanê bikin û bibin dengê kanalên ku hatine girtin. Li ser înternetê em ê bernameyekî Kirmanckî jî biweşînin. An jî nûçeyekî kesekî ku bi Kirmanckî diaxive çêbikin. Hayatin Sesî TV ya dengê kedê ye li ser vî esasî bernameyên me hebin, taybetiyên Elewiyan TV 10, Van TV dê taybetiyên Serhatê bigire dest. Ozgur Gun TV dê bi Kurdî weşanê bike. Em ê bibin dengê mexdûran. Ligel hemû tiştan em dizanin nûçe gelek qîmet e. Me li ser malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir, bertekên erênî me girt, di vî pêvajoyê de bêdeng neman girîng e. “
‘Hatina gel hev girîng e’
Xebatkara Ozgur Gun Radyoyê Zeynep Çap jî diyar kir ku bi vî paltformê dê 7 radyo dengê xwe ragihînin. Çap got ku bi girtina televîzyon û radyoyan tê xwestin ku dengê wan qut bikin lê bi vî platformê ve hatine cem hev. Çap wiha got: “Bi weşanên xwe yê radyoyê ve em ê bi gel re bin. Li vir xebatkarên 7 radyoyan em ê xebatên xwe bidomînin. Di demekî bi vî rengî de hatina cem hev bi qîmet e. Em ê bi vî rengî weşanên xwe bidomînin.”
AMED