Pisporan fresk û berhemên hunerî yên şaristaniya Kirîtê li ser vê şaristaniyên gihiştin hin agahiyên girîng. Wan dît ku hunermendên li girava Kirîtê di serdema Bronzê de resmên meymûn û babûn ku ne ji cureyên heywanan ên li herêma egeyê ne, nêzî rastî xêz kirine. Li gorî pisporan ev yek nîşan dide ku têkiliya di serdema bronz de ya xelkê li Egeyê xasma ya Kirîtiyan bi Efrîkayê re ji ya ku em bawer dikin gelekî zêdetir bûye. Lewma bi lêkolîna li ser wan dîwarên ku weke dîwarên meymûnan tên zanîn, Kirîtiyan du cureyên meymûnan xweşik nas dikirin. Ev jî cureyên vervet û babûn in. Meymûnên şîn ên li ser dîwar weke vervet hatin naskirin. Ev meymûn ji cureyên meymûnên Efrîkî ne. Herçî babûn in, ew jî bi rehetî hatin naskirin bi bêhvilên xwe yên bê pirç û navtenga xwe ya zirav. Lê mesele ne tenê weke rastî xêzkirina wan e; ew meymûn her wiha bi rengê ku li cihê xwe di nava xwezayê de tevdigerin, hatine xêzkirin: vervet bi daran ve hildikişin babûn jî rûniştîne. Wekî din maneya meymûnan ji bo Kirîtiyan guhertiye, vervet tenê li deverên xwe rehetkirinê û li hundirê malan hatine xêzkirin. Herçî babûn in, ew li perestgeh û mekanên pîroz tên dîtin. Ev cureyên meymûnan tenê li bakur rojavayê Efrîkayê hene, gava mirov realîzma di resman de bibîne, hingê divê mirov bibêje, Kirîtiyan ev meymûn li Efrîkayê dîtine. Yanî li dinya serdema bronzê de têkiliyên mirovan ji ya ku em texmîn dikin zêdetir bûye. ATÎNA