Hefteya çûyî bi çalakiya Şitazînê ya HPG’ê, rojev bi carekê re guherî. Berî wê zêdetir gotinên Leyla Zana û hevpeyvîna bi Murat Karayilan re, nirxandinên der barê wan gotinan de di rojevê de bûn. Piştî çalakiyê îcar teşîrêsên Dewleta Alî Osman dest bi rêstina têşiya dek û dolaban kir. Gelek got, “Binêr, hê nû çareserî ketibû rojevê, PKK’ê dîsa êrîş kir û kevir li gûzeka xwe xist.”
Lê kesê ku hinekî şikbir û têgihîştî be dizane ku li holê tu çareserî nîn e, bi tenê girtin, kuştin û çend galegalên çareseriyê hene. Ev axaftin û galegal jî yekalî ne, destûrê nadin ku Kurd bipeyivin. Li her gotina wan doz tê vekirin û gelek jî ji ber gotin û nivîsên xwe hatine girtin. Di vê rewşê de galegalên kumsorên Tirkan ku bi salan e guhên me birin metelokek anî bîra min:
Rojekê mirovekî parsek di ber kebabfiroşekî re derbas dibe, bêhna goşt tê wî, mêrik gelekî birçî ye, lê diravên wî nîn in ku kebabê bikire û bixwe. Di tûrikê wî parçeyek nanê kartû heye, mêrik li ber dukanê hinekî radiweste, bêhna goşt dikêşe dil û hinavên xwe, paşê radibe nanê di tûrikê xwe de derdixe, dide ber dûxana kebabê û dixwe. Piştî ku nanê xwe dixwe, radibe ku here, lê kebabfiroş bi kirina wî hesiyaye; diçe bi patika stûyê wî digire û jê heqê kebabê dixwaze, merikê reben, dike qîrîn û hawar, dike nake nikare xwe ji destê kebabfiroş rizgar bike. Meleyê Menşûr di wir re derbas dibe, rewşê dibîne û diçe ji kebabfiroş re dibêje:
-Dev ji mêrik berde, ez ê heqê te bidim.
Kebabfiroş dev ji mêrikê reben berdide, Meleyê Menşûr çend diravên hesinî ji berî xwe derdixe, diavêje erdê, çingînî pê dikeve û dibêje:
-Baş guh bidê, ev e heqê te ye.
Mêrik dibêje:
- Seyda ma wa dibe, ev tenê dengê diravan e?
Mele dibêje:
- Mêrik bi tenê nanê xwe dabû ber dûxana kebabê, heqê dûxanê çingînî ye.
Me jî bi salan e guhê daye van galegalên pispor, kumsorên çavsoran, bi hêviya ku rojekê dor were me jî û em jî pişta çend gotinan bişikênin, lê ne deriyê çareseriyê, ne jî deriyê xeberdanê li me vedibe. 
Piştî çalakiya ku bi dehan ciwanên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest dan, gotina herî rast û jidil Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Kî ji xwedayê xwe hez dike, bila tasek av li vî agirî bike.”  Lê gelek qelemşûr û zimantûj her wekî dibêjin “Agir berdaye malê, xwe daye palê.”, li şûna çareserî û aştiyê handana şer û pevçûnan dikin.  Dibêjin, “Agir girtibû mala yekî, yekî jî ser û pê li ber dikizirandin.” ew jî li ser cendekê ciwanan nirxandinên hîç û pûç dikin.
Rastî li ber çavan e, bi vî awayî tiştek naçe sêrî.  Serê pêşîn divê agirbesteke dualî were ragihandin, tecrîda li ser birêz Ocalan rabe, girtiyên ji Doza KCK’ê bên berdan, hevdîtinên Osloyê ji nû ve dest pê bikin.  Êdî her dizane ku fira mirîşkê heta kadînê ye. Çendî kuştin çêbin jî ev mesele dê li ser maseyê çareser bibe. Li cîhanê hemûşkî wiha bûye, li vir jî dê wiha bibe.