Leşkerên Tirk jî agir berdan zeviyên gundên Efrînê û welatiyek birîndar kirin. Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê  jî pêr di encama topbarana çeteyan de 9 sivîl birîndar bûn. 

Hêzên Artêşa Tirk jî pêr agir berdan zeviyên gundên Efrînê yên navçeya Raco û gule li welatiyên ku hewl dan agir vemirînin, reşandin.

Di encama agirberdanê de zeviyên gundên Raco yên deşta Şadiya, gundê Meydan Ikbis, gundên Qere Baba şewîtin. 

Şêniyên gundên Qere Baba hewl dan ku agir vemrînin û nehêlin ku belav bibe û bigihêje zeviyên genim û ceh. Lê belê leşkerên Tirk di vê demê de gule li wan reşandin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Eslan Bekir (33) ji lingê xwe birîndar bû. Bekir ji bo dermankirinê rakirin navenda tenduristiyê ya li navçeya Raco.

Welatiyên ku guh nedan êrîşên leşkeran û agir vemirandin, diyar kirin ku nêzî 7-8 hektar ji zeviyên dar lê çandî, şewitîne.

Leşkerên dewleta Tirk di 19’ê Gulana 2015’an de jî agir berdabûn gelek zeviyên navçeya Raco ya Kantona Efrînê. 


9 sivîl birîndar kirin

Êrîşên komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamekî wê ye, jî taxa Şêx Meqsûd dan ber topan û du zarok jî di nav de 9 sivîl birîndar kirin.

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê, çeteyan sekvanên xwe li avahiyên bilind ên beramberî taxa Şêx Meqsûd Xerbiyê bicih kirine û ji wir şêniyên herêmê hedef digirin.

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji 16’ê Sibatê ve rastî topbarana çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê tê ku ENKS’ê jî endamekê wê ye. 


 EFRÎN/HELEB