Şaredariya Gel a ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê eşkere kir ku di encama şewata li Şengalê de 15 hezar donim zeviyên cotkaran ên dexlûdan şewitîne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya şaredariya Şengalê de tê gotin: “Di dema agir vemirandinê de jî saziyên hikûmî yên parêzgeha Mûsilê ji bo Şengalê bi erka xwe ranebûn. Ji destpêka werzê havînê ve rojane şewat derdikeve.
4 kesan jiyana xwe ji dest da
Em tevî derfetên kêm jî li kêleka cotkarên xwe bûn. Li gorî derfetên di deste me de em bi cotkarên xwe re dibin alîkar. Li gorî lêkolînan heta niha li navenda Şengalê, li navçe û gundên wê 15 hezar donim zeviyên dexilûdan ên cotkaran şewitîne. 80 donim bax û baxçeyên welatiyan jî şewitine. Di encamê de 4 welatiyan jî jiyana xwe ji dest daye.
Şewat heta niha jî dewam dikin û metirsî heye ku hejmara donimên dişewitin zêdetir bibe. Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê xwe dikin û di dema bûyerên şewatê de, bi şaredariyên xwe re bibin alîkar.
ROJNEWS/ ŞENGAL