Santrala Nukleer a Çernobîlê li Ûkranyayê ye. 34 sal berê radyasyon jê çizirîbû û hindik mabû felaketeke mezin a cîhanî pêk bê. Niha jî agir bi daristana dora Çernobîlî ketiye û li gorî rayedaran, rêjeya radyasyonê ya li herêmê 16 car zêdetir bûye. Li gorî nûçeya Euronewsê, agir bi daristana 100 hektarî ketiye û bi qasî 120 peyayên agirkujiyê hewl didin agir vemirînin. Ji bilî peyayên agirkujiyê balafirên agirkuj jî li ser kar in. Serokê Servîsa Venêrê Hawîrdorê Yehor Firsov diyar kir ku seba li hin herêman rêjeya radyasyonê 16 car ji rewşa normal zêdetir bûye, ew ekîbên agirkuj naşînin. Firsov da zanîn ku li paytext Kiev ê 100 kilometr dûrî cihê bûyerê ye, rêjeya radyasyonê normal e. Hêjayî bi bîr xistinê ye; sala 1986an di encama teqînekê de radyasyon ji Çernobîlê çizirîbû û felaketeke mezin çêbibû. Hindik mabû ew felaket bibe cîhanî, lê paşê 2016an bi kembereke pola ser rektora nukleer hatibû girtin. Li herêmê hê jî helberîn nîne û tenê li dewrûberê gundek maye. NAVENDA NÛÇEYAN