
Li Amedê 714 rêxistinên sivîl ên civakî yên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat a Anatoliyê duh komxebata „Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a riyên demokratîk gotineke me heye“ pêk anîn. Pişti komxebatê îro li Cemîyeta rojnamegeran a Amedê encamnameya komxebatê aşkere kirin. 714 saziyên ku di pêşengiya Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bazirgani û Pîşesaziyê (DTSO), Komeleya Karsazên Pîşesaziya ya Herêma Rojhilatê Başûr (GUNSÎAD), Platforma Şaxên KESK’ê, Odeya Tabîban, Komeleya Sarmaşîkê, Odeya Muşavîrên Aborî, Nûnerê Turk Îş ya 7’emîn, Lijneya TMMOB’ê ya Bajar, Komeleyên Hemwelatiyên Azad, Meclîsa Aştiyê, Nûnerên DÎSK’ê yê Herêmê û Odeya Dermanfiroşan de kom bûn, encamname aşkere kirin. Li ser navê 714 rêxistinên sivîl en civakî Serokê GUNSÎAD’ê Şahîsmaîl Bedîrxanoglu daxuyaniyê xwend. Bedîrhanoglu, diyar kir ku ji bo ku pirsgirêka kurd bi riya aşîtiyane û demokratîk çareser bibe ev komcivîn pêk anîne.
Bedîrhanoglu, bal kişand ser operasyonên girtinê yên li dijî siyasetmedarên kurd, endamên rêxistinên sivîl û demokratîk û platforma saziyên KCD’ê ku hedef hatine girtin û wiha got: „Li hemberî saziya binçavkirin û girtin tehdîtek ciddî pêk tîne. Ev sazî hatine rewşa ku nikarin xwe bi rê ve bibin. Ev jî bingeha demokratîk, azadiya raman û îfadeyê, mafê rêxistinê bisînor dike. Tişta ku ji vê re dibe asteng, pekanînê dewletê yên dijdemokratîk û bê mafiyê ye.“
Bedîrhanoglu, xwest ku dewlet dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bîne û ji bo bingeha demokratîk xurt bibe divê alîkarî bide pêvajoyeke nû. Bedîrhanoglu, wiha axivî: „Li dijî siyasetmetarên kurd bi navê KCK’ê operasyon hate destpêkirin. Pêwîst e dewlet dev ji operasyonên tasfiye yê berde. Ji bo kesên di pêvajoya dawî de hatine girtin xebatek zagonî bê meşandin.“
Bedîrhanoglu, li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha axivî: „Dewlet hevdîtinê ku li îmralî û Osloyê di bin navê mûzakereyê de pêk tîne, divê berdewam bike. Divê hevditin û muzakere dîsa dest pê bikin. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî îsolasyon û tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Ji bo Birêz Ocalan di heman pêvajoyê de roleke bibandor bigire, divê şert û mercên wî bên başkirin.“
Bedîrhanoglu, da zanîn ku di civînê de ew hemû bûne hemfikir ku plansaziyekê ava bikin û dê plana xwe di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.
DÎHA/AMED