Agirê îsyanê yê Kawayê Hesinkar a li hemberî zilma Dehaq li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bilind dibe. Bi sed hezaran kesên tên cem hev û li dora agirê Newrozê azadiyê diqêrin, gelên bi hezaran salin bi hev re li ser heman erdnîgariyê dijîn Newrozê bî coş bi hev re pîroz dikin. Berxwedan gelan li ser heman erdnîgariyê nîşan dayî ji bo Kurdan bû agirê Newrozê û bilind bû. Ji bo gelê Pomak jî navê îsyanê ya li hemberî Rabatsa "Babamarta" ye. Baba Marta (Marta Nîne) ji bo Pomakan weke Newroz tê pênasekirin û di folklora Pomakan de bi meha adarê re tê girêdan. Di efsaneya Pomakan de Keça Rojê ya cenawirê zalim Rabats dîl girtî, li hemberî cenawir weke sembola serhildanê tê pênasekirin. Serokê Enstîtuya Pomak Îbrahîm Kenar diyar kir ku Babamarta ji 1'ê adarê heya 21'ê adarê berdewam dike û tê wateya ji rojên zivistanê ber bi rojên havînê ve diçe. Kenar, anî ziman ku agirê îsyanê yê tê tilkirin di efsaneya Pomak de destpêka şerê li hemberî hikûmedarê zalim Rabatsa ye. Kenar da zanîn ku Pomak rengên sor û sipî "Pijo û Penda" yên bi navê Martenîsta ku sembola rojên Baba Marta ne di dar, deriyên malan û nebatên baxçeyên xwe ve didaliqînin. Kenar bilêv kir ku ev figur heya Ederlez weke rojên havînê tê hesibandin yanî heya 6'ê gulanê ku di bin kevirekî de gulek vedibe dernaxin.

Kenar destnîşan kir ku Babamarta weke Newrozê taybetmendiyê wê hene û wiha got: "Şibandina wê ya weke Newrozê bi du şiklî heye. Yek destpêka rojên biharê, hişyarbûna xwezayê. Ya din gelê Pomak weke şerê gelê Kurd li hemberî Deheqa dayî jî li hemberî cenawirê Rabats dayî û serkeftin di roja 21'ê Adarê de çêbûye."


Li gundên Pomakan tê pîrozkirin

Kenar diyar kir ku pîrozbahiyên Baba Marta weke Newrozê di 21'ê Adarê de dest pê dikin û welatiyên Pomak li gundên Trakayayê vê kevneşopiyê didin jiyandin û wiha axivî: "Agir hil dikin û xwe bi ser de diavêjin. Bawer dikin ku dema mirov xwe bi ser agir de diavêje rihê mirov paqij dibe û wisa dikeve biharê. Di 21'ê adarê de li hemû gundan agir tê hilkirin, darekî didanên deriyê axuran de û heywan xwe bi ser wî darî de diavêjin. Ev yê dibe vesîleya wê salê ew heywan baş û bi beretek derbas dibin."


'Têkoşîna gelê Kurd ji bo me jî bû hêvî'

Kenar anî ziman ku cejna Newroz û Baba Mart divê weke roja yekîtî û têkoşînê bê pîrozkirin û wiha pê de çû: "Têkoşîna gelê Kurd a bi salan ji bo gelên weke me yên li Tirkiyeyê nasnameya xwe winda dikin bû hêvî. Di vê mijarê de ji bo me jî bû sedema hişyarbûnê. Li ser vê esasê ez Newroz hemû gelê Kurd pîroz dikim."



ROJDA KORKMAZ / DÎHA/STENBOL