Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya Newrozê daxuyanî da û banga beşdarbûna Newrozê li gelê Kurdistanê kir. KCK’ê Komkujiya Helepçeyê bi tundî şermezar kir û şehîdên Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr anî. KCK’ê bal kişand ser êrişên nijadperest ên li Kutahya û Helebê yên li hemberî Kurdan pêk hat û diyar kir ku hewldanên qirkirina Kurdan didome. Her wiha, KCK’ê ji bo malbatên Abdulkadîr Atîllayê bedena xwe da ber agir û Gulê Selmoya li Helebê jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.
KCK’ê balkişand ser Komkujiya Helepçeyê û diyar kir ku yek ji dewletên mêtîngerên Kurdistanê dewleta Tirk, gelek caran qirkirinên siyasî, çandî, û carna jî qirkirinên fîzîk bi serê Kurdan aniye û wiha got: “Bi taybet dewleta Tirk di serdema desthilatiya AKP’ê de her tim hewl dide ku polîtîkayên nijadperest û faşîst zindî bihêle, her çendî şert û mercên cîhanê guherîbin jî, lê dîsa jî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê berdewam in.” KCK’ê bilêv kir ku Erdogan û AKP her tim Kurdan û tevgera azadiyê dikin hedef û li bajarên Tirkiyeyê êrişên şovenîst ên li ser Kurdan zêde bûne. KCK’ê bangî AKP’ê kir ku dev ji zîhniyeta faşîst û polîtîkayên li hember Kurdan berdin û wiha got: “Ji ber vê jî, bi taybet ji bo hatina Newrozê, divê gelê me yê Kurdistanê, li her deverên ku lê dijîn, xwedî tedbîr bin, divê li hemberî êrişên şovenîst xwe bi rêxistin bikin û biparêzin.”
Ji bo malbata Selmo û Atîlla sersaxî
KCK’ê ji bo Gulê Selmo ku li Helebê di encama vê êrişa çekdarî jiyana xwe ji dest daye, bi bîr anî û ji bo malbat û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê sersaxî xwest. Her wiha KCK’ê ji bo ciwanê bi navê Abdulkadîr Atîlla ku di 11’ê adarê de, li taxa Gulbahçe ya Edeneyê bedena xwe da ber agir û li Enqereyê jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest û wiha got: “Di demeke wiha de, bi hesteke wiha çalakiyeke fedayî pêk aniye, ev yek pir girîng e. Ji ber şehadeta wî em pir xemgîn bûne. Em ji bo malbata vî ciwanê hêja, gelê Kurdistanê û hemû demokratan re sersaxiyê dixwazin û em ê bîranîna wî bi têkoşîna azadiyê re bidin jiyandin. Em careke dubare dikin ku divê tu ciwanên Kurdistanê tu carî serî li çalakiyên wiha nedin, divê baş were zanîn ku ev çalakiyên wiha ji aliyê Rêbertî û tevgera me ve nayê qebûlkirin.”
Newroz serhildan e
KCK’ê da zanîn ku Newroz ne tenê ji bo pêkanîna peywira kevneşopiya berxwedanê ya ji bo berdewamkirina hebûnê girîng e, ji bo pêkanîna azadiyê jî rojek pir girîng e û wiha got: “Ji ber wê jî, di demek ku li Rojhilata Navîn dikele û qîrînên ji bo azadiyê bilind dibin de, Newroz divê li dijî cûdakarî û polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî Kurdan bibe roja serhildan û meşa ber bi azadiyê. Li welat, an li derveyê welat, divê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê, li her derê bi çalakiyaên Newrozê pîroz bikin, ji bo azadiyê biqîrin, li dijî zîhniyeta faşîst û şovenîst a ku dixwaza azadiyê asteng bike xwedî helwest bin.”
KCK’ê balkişand ser nûçeyên derew ku ji aliyê çapemeniya alîgirên AKP’ê tên serwîskirin û wiha got: “Divê hemû welatparêzên Kurdistanî li ser vê helwesta kirêt a hikûmeta AKP’ê baldar bin, li hemberî wê bibin xwedî helwest û ji her demê zêdetir beşdarî Newrozê bibin, bersiva pêwîst bidin. Ji ber vê jî em pêşî bang li gelê Amedê û hemû Kurdistanê dikin ku bi awayeke bi heybet beşdarî Newroza sala 2012 bibin, bi vê yekê peyamê bidin hemû cîhanê û bi agirê Newrozê berxwedanê geş bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
'Tu hêz nekare meşa me asteng bike'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, biryara waliyên Stenbol, Enqere, Amed û Wanê yên têkildarî pîrozbahiyên Newrozê de girtin nirxand. Demîrtaş, diyar kir ku biryarên hatin girtin ji aliyê waliyan ve na ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate girtin û wiha got: "Meşa azadiyê ya gel tu artêş, polîs û hêzên din nikarin rawestînin."
Rayedarên BDP'ê têkildarî biryarên walitiyan yên têkildarî pîrozbahiyên Newrozan de di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civiyan. Piştî civîna hevserokên rêxistinên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsên şaredariyê Demîrtaş biryarên walîtiyê nirxandin.
Demîrtaş, anî ziman ku biryar ji aliyê walîtiyan ve na ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin girtin û wiha axivî: "Meşa azadiyê ya gel tu artêş, polîs û hêzên din nikarin rawestînin." Demirtaş, da zanin ku civîna wan ya têkildarî dê Newrozê kîjan rojê pîroz bikin berdewam dike. Demîrtaş, bilêv kir ku piştî civînê dê biryara digirin ji raya giştî re aşkera bikin.