Bi sedan welatiyên Êzîdî yên Şengalê, bi şahiyekê cejna Newrozê pîroz kir.
Pîrozbahî li bajaroka Xanesorê, bi beşdariya sedan welatiyan pêk hat. Di pîrozbahiyê de ku nûnerên sazî û dezgehên Şengalê jî beşdarî bûn, bernameyê, ji bo şehîdên berxwedan û şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Şengalê li ser Newrozê şanoyek pêşkêş kir.
ROJNEWS / ŞENGAL