Nivîskar Oner: Ev xebata min jî berhemek e ku emrek hildaye. Derfetê min tinebûn ku ez li bajarên Kurdistanê yên din jî bigerim û li wan deran jî berhevkariyê bikim. Xeyala min e ku ez li hemû beşên welat, di nava Kurdan hemûyan de berhevkariyê bikim.
BÎLAL GULDEM / KADRÎ ESEN / MA / AMED
Pirtûka “Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî” ya berhevkar Nîhat Oner derket. Di pirtûkê de baweriyên gelêrî û baweriyên çîrokên xwe hene di rûpelên pirtûkê de cih digirin. Oner ji bo pirtûka xwe dibêje: “Min temenek daye vê pirtûkê û wê ev temen hêj ji bo folklora kurdan bixebite.”
Pirtûka Nîhat Oner ji Weşanên Wardozê derçû. Berhevkar Oner li bajarên Agirî û Îdirê yên Herêma Serhedê geriyaye û hemû baweriyên gelêrî bi gotina wî “libo libo” tomar kirine û nivîsandine. Oner di pirtûka xwe de, ji baweriyên li ser cinan, baweriyên li ser mêvanan, baweriyên li ser xewnan, baweriyên li ser cejn û sersalan, heta bi gellek baweriyên ku çîrokên xwe hene, cih daye gelek baweriyan. Oner ev baweriyên gelêrî hemû xwerû bi zimanê Herêma Serhedê nivîsandiye.
Oner sala 1985’an li gundê Qaziyê yê Agiriyê ji dayik bûye. Bi salan li ser folklara Kurdan dixebite û di vê mijarê de çend Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serheda, Dendo ji berhemên wî ne.
Li dawiya pirtûka xwe ya dawî Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî (127 rûpel), ferhenga peyvên herêma Serhedê heye. Her çiqas Pirtûk wek du beş hatiye nivîsandin. Di beşa yekê de li gorî mijarê bi dehan bawerî bêyî ku gotox û cihê wan bê diyarkirin, hatine nivîsandin. Di beşa duyemîn de jî bawerî û çîrokên wan hatine nivîsandin û her wiha gotox û cihê çîrokan jî hatiye diyarkirin.
Li şahidên serhildanan geriya Metnên folklorê berhev kirin
Oner ji biçûkatiya xwe ve serhildanên Kurdan meraq dike: “Ez diçûme gundan, min bi şahid û zarokên wan re heypeyvîn dikirin. Lê mixabin, êdî dereng e, li her gundî dîtina şahidan ne pêkan bû. Dema ku ez diçûm ciyan, min şahid nedîdatana min berhevkariya folklorê jî dikir. Baweriyên Kurdan gelekî bala min dikişandin. Gelek bawerî hebûn ku mirov dizanibû ew ji kûrahiya dîrokê hatine. Bi qasî beriya bi panzdeh salan, min xwest ez baweriyên gundê xwe binivîsînim û ji windabûnê xelas bikim. Paşê min dît ku ez her roj di nava gel de rastî baweriyan têm, min got, herî baş ew e ku baweriyên hemû gundan tomar bikim. Di dawiya dawî de ev berhema kete arşîva miletê Kurd.”
Oner dibêje, wî emrê xwe daye vê berhemê: “Mirov divê sebir bike. Hingê ku têlefona min a destan heye, min çiqas bawerî, efsane, mît bihîstine, min tim nivîsîne. Ji bo berhemeke wiha, sebreke baş divê. Meriv nikare xebatên wiha di nava çend salan de bi dawî bike, dê di bîra te de be ku dema te yeke nû bihîst binivîsînî û tê sebir bikî.”
Belgeyeke jiyana gundewar e jî
Oner li ser têkiliya berhema xwe û jiyana gundewar jî dibêje, “Em milletekî gundî ne. Ez bi xwe di zarokatiya xwe de ji gund derketime, lê her tim hewl didim ku jiyana xwe ya gundewar biparêzim. Bi ya min pirraniya Kurdan wisa ne; naxwazin têkevine qalibekî bajarî yê ji taybetmendiyên kurdayetiyê dûr. Ev berhema hanê jî çiqasî li gundan hatibe berhevkirin, ewqasî li bajaran jî hatiye berhevkirin. Mirov nikare bibêje li gundan zêdetir hatiye berhevkirin. Herdu jî wek hev in.”
Li gorî Oner bawerî, efsane û mîtolojiya Kurdan ji hev nabe bê veqetandin: “Mirov nikare van hersêkan ji hev veqetîne. Dema ku tu bibêjî çiyayên Agirî wiha hatine afirandin, ev him dibe bawerî, him jî efsane. Çimkî di nava wê de qala afirandina tiştekî tê kirin. Afirandin hebe, ev efsane ye. Gel jî hişke hişk bawer dike ku ew çiya wisa afiriye. Ev jî bawerî ye. Her wisa hin bawerî hene ku ji mîtolojiyê tên. Mirov nikare yek bi yek gotoxê hemû baweriyan binivîsîne. Lê efsane û çîrokên di dawiyê de ne wisa ne. Di çîrok, metelok, efsane, destan û stranan de tu mecbûrî gotox bêjî, lê di baweriyan de ne wisa ye. Tu bi giştî qala herêma berhevkirinê bikî, bes e.”
Dixwaze li welat hemûyî bigere
Oner ji ber kêmbûna derfetan xebata xwe bi herêma Agirî û Îdirê bi sînor kiriye: “Ez li Agiriyê dijîm, nîvê malbata min jî li Îdirê ye. Jiyana min tim li van her du bajaran derbas bû. Ev xebata min jî, berhemek e ku emrek hildaye. Ya din; derfetê min tinebûn ku ez li bajarên Kurdistanê yên din jî bigerim û li wan deran jî berhevkariyê bikim. Qe nebe bidim ber hev ka baweriyên Kurdan yên herêmên cuda çiqasî dişibine hev? Xeyala min e ku ez li hemû beşên welat, di nava Kurdan hemûyan de berhevkariyê bikim. Me tiştek da destpêkirin, hêvî dikim ku ev berhemên bi vî rengî bibin sedem ku hin kes li herêmên xwe jî xebateke wiha bikin.”
Projeyên dîrokê
Oner dede zanîn ku li ser Serhildana Agiriyê û komkujiyên bi wê re têkildar (Geliyê Zîlan, Newala Çêleka, Kumkujiya Mamedka, Kumkujiya Axûriyê û hwd) gelek xebatên wî hene: “Ez ê siberojê li ser van bixebitim. Wekî din li ser her gundê Kurdan meselok hene. Min li devera xwe meselokên wiha berhev kirine. Niha wek dosya amade ye. Wekî din di destê min de gelek berhevkariyên folklorê yên ji gencineya çanda devkî ya Kurdan hene. Di hêla berhevakariyê de ez xwe bi sînor nakim. Çi bi kêrî Kurdan, ziman û çanda Kurdan were, ez wan berhev dikim.”