Di xebatên madena sifirê ya li Şîrwana Sêrtê de, dêra Hespa Reş û dêreke dîrokî ya aîdî Ermenan bi temamî hatin rûxandin. Her wiha hemameke dîrokî û 3 aşên dîrokî jî yên xwedî dîrokeke dirêj bûn jî êdî tine ne. Di dema kolandinan de mal hatine rûxandin, mirovan koç kir, çêre û gelek zevî jî bi temamî hatine tinekirin. Di wêneyekî ku beriya maden bê avakirin de û dîmena niha de bi awayekî aşkere texrîbat dixuye. 
Berê li gundê Madenê gelek Ermen dijiyan, lê piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915’an tenê li vî gundî Kurd man. Lê hîn jî nêzî 60 Ermen li gund dijîn. Ji vana hin jê nasnameya xwe vedişêrin û hin jê jî aşkere dikin. Ji niştecihên Ermen ên gundê Madenê Bayram Babak (67), behsa dewlemeniyên xwe yên hatine tinekirin kir. 



Hîn jî hestî derdikevin

Babak, hem pêvajoya dîrokî ya gund hem jî bi avakirina madenê tiştên hatin windakirin bi me re parve kir. Babak got: “Beriya me Ermeniyan, nêzî 500 salî Êzîdî livir jiyane. Bi fermanekê ew hatin qetilkirin. Gorên li Zozana Bacevayê hemû yên Êzîdiyan e. Ev der ji pêşengê eşîra Êzîdî Şîrîn Anqosî ji me re maye. Piştî wan em li vir bi cih bûne. Li vir bi qasî 100 salî Ermen jiyane. Paşê piranî jê di dema Qirkirina Ermeniyan a 1915’an de hatin kuştin û koçkirin. Yên reviyan ji xwe reviyan, yên mirin ji xwe mirin, yên man jî ji xwe man...Me jî xwe li eşîrên hatin vir hêwirand. Hemû malên li gund li ser navê kalikê min Berxo hatine qeydkirin. Hîn jî ev der wisa tê zanîn. Hemû qad wek Dara Berxo Çandî tê nasîn. Yanî bi navê kalikê min tê yadkirin. Niha tu ew cihê ku kepçe lê dixebitin dibînî. Hîn jî ji wir hestiyên mirovan derdikevin. Çend roj berê jî hatin derxistin. Hestî aîdî Ermeniya ne. Piranî jê li cihê ku dêr lê hat rûxandin derketin. Di demeke nêz de belkî nêzî 100 torbe hestî hatin derxistin. Hemû xistin torbeyan û binax kirin. Di kolandinan de odeyên aîdî Ermenan, tunelên çêkirine derdikevin holê. Tu kuderê dikolî rastî şopa wan têyî. Ya hestiyên wan an jî berhemên wan.” 
Babak ê kêliyekê rawestiya wiha domand: “Apekî min li Mûsilê derket holê. Apekî min li Şirnexê. Aha tu vî çiyayî dibînî ne wisa? Çiyayê Ziravkê. Ew çiya. Em jê re dibêjin Çiyayê Ziravkê. Kalê min digot, Ermenî dibirin wî çiyayî. Tevî zarok û jinan gulebaran dikirin.” 
Li madenê bêyî tevdîr bên girtin, xebat hatin kirin. Di dema xebatan de Dêra Hespî Reş bi temamî hat tinekirin. Fîrma bi pereyan bi zarokên 15-16 salî hestiyên derketin holê da berhevkirin. Hat zanîn ku, hestiyên derketin holê li devereke din hatine binaxkirin. 



‘Dema kalikê min Berxo tê bîra min…’


Babak, dema behsa windakirina bîranînê xwe dike, diyar dike ku bi ocaxa madenê re mal û zeviyên wî jî hatine tunekirin. Babak li dijî tunekirina şopa bapîrên xwe wiha bertek nîşan da: “Ezîza min, tu zanî niha li hember kepçe dixebitin, aha li wir mala min hebû. Baxçeyê min hebû. 86 dargwîzên min hebûn. Herî zêde jî li ber wan dargwîzan dikevim. Niha tu tişt nema ye. Hemû hatin tunekirin. Li gund av jî nema. Heke tu bixwazî zebze biçinî jî, tu nikarî. Çimkî ji bo çandiniyê deverek nemaye. Deverek tune ye ku tu heywanan biçêrînî. Em zaf li ber rûxandina dêrê ketin. Tu zanî, rojê carekê demara mirov lê dide. Tu zanî ezîzam, yê min jî dema erdê me, dargwîzên me, kalikê min Berxo tê bîra min demara min lê dide...”


Li aliyekî çiyayê Ziravkê li aliyê din madena kujêr


Babek li ser girekî bilind mal çêkiriye û tam li hemberî wî ocaxa madenê ya bû sedema mirina 17 karkeran û Çiyayê Ziravkê yê li gor vegotinên kalikê wî ku di dema Qirkirina Ermenan a 1915’an de ermenî li wir dihatin gulebarankirin heye. 





DÎREN YURTSEVER / DÎHABER / SÊRT