Huner û ilm timî di zikhev de bûne. Ev zanist ilehî jî zanistên fermî û desthilatê bi xwe nebûne. Axir vê di zikhevbûnê de di hemû şaristaniyan de berhemên estetîk û yên bi kêr bên derxistine holê. Çawa ku ev çar mînakên em wêneyên wan dibînin jî nîşan didin ji wî beşê dinyayê ku pirraniya nifûsa wê Misliman bûye jî, ev dizikhevdebûn eşkere darîçav e.

Usturlupa ji Kurdistanê

Ev usturlapa hanê ya bi birinc (têkila ji çingo û sifrê) hatiye çêkirin sala 1240, gelekî muhtemelen li Bakurê Kurdistanê (lê dibe ku li Rojava yan Başûr jî) hatiye çêkirin. Neqşên wê ji zîv û sfrê ne. Ev usturlap wê demê mîna smartphonên îro bûne, û dikarîn ji bo bêhtirî hezar sepanên cihê bên bikaranîn.

Stêrkên ferfûrî yên Kaşanê

Ev stêrkên ferfûrên ji lewheyên kevirî yên boyaxkirî çêkirî, û cameke tê re aliyê din xuya nake lê kirî, bi awayekî bê qisûr geometrî û huner tînin cem hev. Sala 1266´an gelekî muhtemel e ku li navçeya Îsfahanê Kaşanê (Îran) hatibin çêkirin.

  [gallery ids="137666,137665,137658"]  

Hamzanameya ji Hindistanê

Ev resm di Hamzanamayê de Îlyas û Mîr Nûr ad-Dehr nîşan dide. Hibr û rengên avî yên camî ji bo rengan hatine bikaranîn. Navê stîla wan jî Muxal e û ev berhem bi xwe jî muhtemel e ku di navbera 1564-1579 de hatibe çêkirin.

Lîreke Sûdanî

Ev lîra hanê ku ji darê hatiye çêkirin, ji Sûdana sedsala 19´an e. Ji bilî tara ji darê, çerm, cam, qaqilkên heywanên deryayê û sedef, metal û rûviyên heywanan ji bo çêkirina lîrê hatine bikaranîn û gelekî muhtemel e ku ber bi dawiya sedsala 19´an de hatibe çêkirin.

 

FRANKFURT