Bi vînekî wekî pola
Ketim ser rêça egîdan
Di nav bênder û hawirdoran
Li ser çiyan û nav deviyan
Min xwe berda bê ser û ber
Bê cil û berg rip û tazî
Ketim nav lehiya evîna rojê
Bê xem
Bê fikar
û bê hesap
û bê zimanim ez
Wekî xaka bi bêhn û demkiri
Wekî kulîlkên avdayî û serî rakirî
Wekî xwîna di demar de
Bê rawestin diherikim
Wekî stranên şînê
û xwînê nexşkirî
Jiyana perço nûwaze
û qelemşekirî
Bi çavên tirs û xem li hev nêrî
Venekirin ji hev
Ez jan û arînokên dilên xwe
Bi tirs, bi xem, bi fikar disekinînim
Di herikînim nav dilê xwe
Rondik û fermiskên çavên xwe
Di nava xwe de difetisînim
Şadî, kamranî û dilşadî
û bextewariyên xwe
Me jibirkîr navê hesretê
Me hilgirt û rakir
Nîşaneyên dildariyê
Me miftekir şingina evîniyê
Ew evîna kevneperestiyê
Me di dil de fetisand navê hestedariyê
Em evîndarên tekoşînê bûn
Me bi rêve bir vê jiyanê
Ji evindariyên paşverû gelek dûr
Emê biqetînin û bavêjin
Ew lîbasên li ser me ferzkirî
Em natirsin ji rabirduya xwe
Em natirsin ji dehatiyê û jiyanê
Dê teqez were ew rom
Rojên evîndariyên di nav şer de
Ku ew rojên nehatiye jiyankirî
Roja pîroz
Roja qedîm
û roja mezin
Bi kulîlkên heftreng
Di nava dilê Kurdistanê de
Emê bixemlînin…