Xalis Qadir got, niha li Herêma Kurdistanê, 15 nexweşên AIDS’ê hene û diyar kir, xetera wê heye ku nexweşiya AIDS’ê zêde bibe. Qadir, derbarê sedema vê yekê de jî got, yek ji sedemên vê yekê, zêdebûna nexweşiyê li welatên cîran û hatin-çûyîna mirovên biyanî bo Kurdistanê ye. Berdevkê wezareta tenduristiyê, anî ziman, hatina hejmarek zêde ji karkerên biyanî bo Kurdistanê, zêdebûna leşfiroşiyê, belavbûn û zêdebûna madeyên hişber, nezanî û bêagahiya xelkê ji vê nexweşiyê û xweparastina ji nexweşiya AIDS’ê, sedemên din ên belavbûna nexweşiyê ne. Xalis Qadir, daxuyand, wezareta tenduristiyê, tedbîrên taybet bo pêşîgirtina li hember belavbûna nexweşiya AIDS’ê li Kurdistanê girtiye û got, hinek karkerên biyanî, nexweşiya AIDS’ê girtibûn, ji ber wê dîsa hatin vegerandin. Li gorî nûçeya rojnameya Sebah a Iraqê, li Iraqê, 250 kes bi nexweşiya AIDS’ê ketine û li Herêma Kurdistanê jî, 70 nexweşiyên AIDS’ê hatiye dîtin.
AKnews